Nûnerê Federasyona Elewiyan ê Herêma Bakur Orhan Cengîz li vir peyivî û diyar kir ku li gorî bîr û baweriya xwe, ji bo nîşan bidin ew li cem mezlûman e wan dest bi greva birçîbûnê kirine. Cengîz destnîşan kir, ku Elewî her tim li cem bindestan e. Piştî duayên ji aliyê pîr Mûstafa Misir, Tacîm Taştan û Hacî Erdemlî ve hatin xwendin, Serokê Navendê Nûralî Demîr daxuyanî da. Demîr da xuyakirin, ku piştî hilbijartinên 7’ê Hezîranê, ji ber ku AKP bi tena serê xwe nebû desthilatdar û Tayyîp Erdogan ê dîktator nebû serok, bi komkujiya Pirsûsê re pêvajoyeke nû ya awarte û şerê navxweyî rû daye.
HAMBURG