Li bajarê Hambûrgê yê Elmanyayê 23ê Sibatê hilbijartina eyaletê heye. Di hilbijartinê de 13 namzetên Kurdistanî û Tirkiyeyî beşdar dibin. 15 partî beşdarî hilbijartinê dibin û wê 121 wekîlên xwe hilbijêrin.
Di hilbijartina 2015an de partiya Keskan ji sedî 14 û Die Linke jî ji sedî 2.4 dengê xwe bilind kiribûn. Partiya desthilatê SPDê jî ji sedî 15 li xwe kêm kiribû.
Li Hambûrgê ji sedî 5 nufûs Kurdistanî û Tirkiyeyî ne. 13 namzetên Kurdistanî û Tirkiyeyî yên beşdarî hilbijartinê dibin nav û partiyên wan wiha ne:
Die Linke: Cansu Özdemir, Deniz Çelik, Mehmet Yıldız, Metin Kaya.
Partiya Keskan: Filiz Demirel, Yusuf Uzundağ, Sina Demirhan.
Partiya Sosyal Demokrat a Elman (SPD): Kazım Abacı, Güngör Yılmaz, Ali Şimşek, Barış Öneş.
Yekîtiya Xiristiyan Demokratên Elman (CDU): Ali Ertan Toprak, Bülent Kayaturan.
HAMBURG