Pirtûka “Êzîdî û Êzîdîtî-Dînekî ku ji dîrokê heta îro bi tinebûnê re rû bi rû (Ezidentum- Geschichte und Gegenwart einer vom Untergang bedrohten Religion)” ji alî serokê Yekitiya Akedemîsyenên Êzîdî Şefîk Tagay û aktîvîstê huqukzan Serhat Ortaç hatiye nivîsin. Her du nivîskar jî di panelê de hazir bûn. Her weha di panelê de Mahsen Qemscho û Ozan Marwan qewlên Êzîdiyan xwendin.
Ji hevokên Yaşar Kemal bi dawî kir
Di destpêka panalê de ji aktîvîsta “Landeszentrale für politik Bildung” Dr. Sabine Bamberger Stemmann kir û ji ber derxistina pirtûkê nivîskar pîroz kirin. Profesor Şefîk Tagay got, li derveyî etnîsîteya Kurdî nirxandina Êzîdîtiyeke serbixwe ne zanistî ye û ji alî wan ve jî wê neyê pejirandin. Her weha Tagay da zanîn ku li ser cîhanê mîlyonek Êzîdî hene û 100 hezar ji wan li Elmanyayê ne.
Yek ji nivîskarê pirtûkê Serhat Ortaç jî di gotara xwe de diyar kir ku yekem car e xebateke akademîk li ser Êzîdiyan ji alî Prof. Dr. Philip G. Kreyenbrokek hatiye amedekirin û gotara xwe bi hevokên Yaşar Kemal a ji romana “Firat Suyu kan akiyor baksana” li ser Êzîdiyan dibêje “Ya ku dize û çêdike ax e, tav e, av e û hawe ye” bi dawî kir.
HAMBURG