Siyasetmedarê Kurd Elî Başûrlî,  xebetkarê rojnama me Ehmed Yucedag, Serokê Meclîsa Gel ya Hannoverê Amed Ahmed û nûnerê saziyên herêmê besdar bûn.  Civîn li Komela Mala Gel ya Hannoverê bi organisiyona YEK-KOM'ê  û Rêberiya Komelê ya Hannoverê hate li darxistin.
Di civîna Gel a bi '' Komeleyên me nasnameyên me ne bibe endam, bike endam'' hate li darxistin. Siysetmedarê Kurd Elî Ahmed axaftinek kir û got; ''Saziyên me nasnameye, divê em xwedî li saziyê xwe derkevin. Em niha rewşeke grîng re derabs dibin.  Pirskirêka Kurd ber bi çarseriyê ve diçe, di wê merhelê de pirsgirêkên mezin jî tên jiyinn. Neyarê Kurdan di rojê wiha de vala nasekinin. Ya herî balkêş di erdheja Wanê de AKP'ê wechê xwe derxist holê. Erdhej li hemberî me bi kar anîn. Madûrê erdhejê kirine qûrbana siyaseta xwe qirêj. Herwiha tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan girantir kirin. Zarokên kurdan bi çekên kîmiyavî qetil dikin, bi wan rêbazan dixwazin gelê Kurd tûne bikin. Ev jî ne mûmkûne'' Siyasetmadarê Kurd wiha axaftina xwe bi dawî kir: ''Em ri rewşeka grîng re derbas dibin, divê her Kurd li gorî hesasiyeta demê tevbigere û tiştê dikeve ser milê wan bicih bînin. Em baş dizanin ku saziyên me nasnameyên me ne, divê em bibin endam û endametiyê xûrtir bikin. 


 YUKSEL TORPAK/HANNOVER