Ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gelek navendan çalakî dewam dikin. Roja Duşem bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Ronahî, li bajarê Elmanyayê Hannoverê greva birçîbûnê dest pê kir. Çalakiya Kurdistaniyan wê hefteyekê bidome.

Sê sal in hay jê nîne

Li navçeya Mîçûrînsk a bajarê Tambovê yê Federasyona Rûsyayê jî Meclîsa Gelê Kurd ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kir.

Li ser navê çalakgeran Serokê Meclîsê Nabî Abdulsalamov axivî û got, “Dewleta Tirk neçar e ji raya giştî re eşkere bike bê li girava Îmraliyê çi diqewime. Gelê Kurd dixwaze agahiyê ji Rêberê xwe bigire ku sê sal in hay jê nîne. Erdogan ê faşîst û hikûmeta wî di şexsê Ocalan de dixwazin Kurdan bê îrade bikin û ber bi aliyê xwe ve bikişînin. Lê belê gelê Kurd civakeke zane ye ku xwe nêzî vê polîtîkaya qirêj nake.” Abdulsalamov di dawî de bang li Neteweyên Yekbûyî û saziyên navneteweyî jî kir da ku  bi rola xwe rabin.

 

NAVENDA NÛÇEYAN