Li Hannoverê kongreya asayî ya Mala Gel a Hannoverê pêk hat. Kongereya Mala Gel bi deqiqekê rêzgirtin a ji bo bîranîna şehîdên şoreşê destpêkir. Di kongreya Mala Gel de rêveberiya berê û gelek Kurdistanî beşdar bûn. Her wiha nûnerê YEK-KOM'ê Kenan Koç û gelek nûnerên saziyên din kongrê de cihê xwe girtin. Kongreya Mala Gel a Hannoverê ya 6 mine pêk tê. Kongre bi rêveberiya Yilmaz Kaba û Rûşen Nergiz ve pêk hat. Li ser navê YEK-KOM'ê Kenan Koç axaftin kir. Koç di axaftina xwe de li ser rewşa siyasî ya dawî û li ser giringiya saziyan sekinî. Koç got; “Em di pêvajoyek edîrokî re derbasdibin û li gora pêvajoyê divê em berpirsyaretiya xwe bizanin.”
Piştî axaftinan rapora salane ya xebata komelê hate xwendin û nirxandin. Di encamê de Rêveberiya nû ji 7 kes hate hilbijartin.
DENİZ AMED - HANNOVER