Bi qasî 300 kesên li ber gara trenê civiyan, di nava navenda bajêr re heta meydana Steîntor meşiyan. Li ser navê Ciwanên Azad Serhat Êlih li vê derê belavok bi zimanê Elmanî xwend û got, „Azadiya Rêberê me ji bo me sedema şer û aştiyê ye.“ Di belavokê de hat destnîşankirin ku di çarçoveya pêngava ‘Xwedî Derkeve’ de wê çalakiyên wan ên ji bo azadiya Ocalan bigihêjin asta herî bilind.
Hevserokê Meclîsa Kurd a Hannoverê Abdûllah Efe jî got, “Hikûmeta AKP’ê ya nikare xwe li têkçûna xwe ya hilbijartinên 7’ê Hezîranê rabigire, tecrîda li ser hêviya aştî û azadiyê ya gelan li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şidandiye û bi vê yekê re hewl dide di navbera Kurdistan û Tirkiyeyê de aloziyeke mezin derxîne. . Li Kurdistan û Tirkiyeyê aştiyeke bi rûmet ancax bi azadiya fîzîkî ya Rêberê me dibe.“Di meşê de tevî posterên Ocalan alên YPG/YPJ’ê jî hatin hildan û dirûşmên „Kujer Erdogan“ hatin qîrîn. Komên Çep ên Elman jî destek dan meşê.
ANF/HANNOVER