Li dijî tevgera dagirkirinê ya artêşa Tirk ku li Heftanînê daye destpêkirin, hêzên gerîla berxwedaneke mezin dikin. Di çalakiyan de ji 20'î zêdetir dagirker hatin kuştin. Navenda Ragihandin û Çapmeniyê der barê çalakî û şerê di çarçoweya Pêngava Şoreşger a Cenga Heftanînê ya gerîlayan a li dijî tevgera dagirker de ku artêşa TC'ê ya dagirker 16'ê Hezîranê li Heftanînê, Qadên Parastinê yên Medyayê dayî destpêkirin agahî da. Daxuyaniya HPG'ê wiha ye: 18'ê Hezîranê piştî nîvro li dijî yekîneyên artêşa TC a dagirker ên hewl dan xwe bigihînin ser Girê Şehîd Adar, hêzên me çalakî kirin. Di encama derbên giran ên hêzên me de yekîneyên dijmin neçar man xwe vekişînin. Hêzên dagirker ên derb xwarin bi balafirên şer û helîkopterên êrişê nîvê şevê bombe li Girê Şehîd Adar û derdora wê barandin.
Hêzên me heman rojê li dijî yekîneyên dijmin ên hewl dan li Girên Şehîd Adar û Şehîd Sîpan bi pêş ve biçin çalakiyên xurt ên sabotajê kirin. 19'ê Hezîranê helîkopterên ku hewl didan leşkeran deynin ser Girgê Kartal ê li qada Bektoryayê bûn hedefa hêzên me. Di encama derbên xurt de helîkopterên dijmin neçar man ji herêmê vekişin. Hêzên me heman rojê yekîneyên dijmin ên li qada Partîzanê hewl didan ji Girê Şehîd Hemze derbasî qada Qesrokê bibin, kontrol kirin û çalakiyeke xurt li dijî wan hate kirin. Şer û bombardûmana li vê herêmê dewam dike û agahî dema ku bi dest ketin wê bi raya giştî re bên parvekirin. Di van çalakiyan de zêdeyî 20 leşkerên dijmin hatin kuştin û gelek leşker jî birîndar bûn. Di dema operasyonê de li qada Tepê Dûpişkê hevalên me Agît û Mazlûm ku li dijî yekîneyên dijmin heta fîşeka dawî bi lehengî şer kirin şehîd bûn. Ji doh êvarê ve dagirker bênavber bombeyan li qadên Partîzan, Qesrokê, Xantur, Geliyê Pisaxa û Şehîd Canşer dibarînin.

Li Şêladizê 5, li Metîna kesek kuştin

Balafirên dewleta Tirk a dagirker,  li bajaroka Şeladizê ya girêdayî navçeya Amêdiyê ya Dihokê wesayîtên sivîlan bombebaran kirin. Di bombebaranê de li gorî agahiyên destpêkê 5 welatî şehîd bûn. Her wiha birîndar hene. Ji welatiyên şehîd bûne navê yekî Demokrat Omer Îsmaîl e. Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker gundê Golka ê Metînayê bombe kir. Li gorî saloxên ku ji herêmê hatine dayin ciwanekî bi navê Emîn Salah Hesen, ê ji êla Berwariyan şehîd bûye. ANF/BEHDÎNAN