HPG’ê diyar kir ku hêzên wan 25’ê Adarê li Heftanînê li dijî leşkerên artêşa Tirk a dagirker çalakî kirin û di encamê de 4 leşker hatine kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser mijarê daxuyaniyek weşand.
Daxuyanî wiha ye:
“Di çarçoveya Pêngava Serketina Şoreşgerî de ku li herêma Heftanînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê didome, hêzên me li dijî artêşa TC a dagirker çalakî li dar xistin. Di vê çarçoveyê de;
21’ê Adarê hêzên me li dijî qereqola Yekmalê ya li navçeya Qilabanê ya Şirnexê çalakî kirin, lê belê hejmara leşkerên kuştî û birîndar nehate tespîtkirin.
25’ê Adarê hêzên me li dijî dagirkerên li ser Girê Şehîd Şêxmûs ê li herêma Heftanînê çalakiyek pêk anîn. Di vê çalakiyê de ku derbeke xurt li çeperên dijmin ên li ser gir hate xistin, 4 leşker hatin kuştin û 3 leşker jî birîndar bûn. Leşkerên kuştî û birîndar bi helîkopterên Skorsky ji qadê hatin birin. Artêşa TC a dagirker bi balafirên şer bombe li herêmê barand.
Yekîneyên me yên çalakî kirin bi rengekî serketî li baregehên xwe vegeriyan.”
ANF/BEHDÎNAN