Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand di 2 çalakiyên gerîlayên YJA Starê de ‘14 leşkerên dijmin hatine cezakirin’. Her wiha HPG’ê nasnameya 3 gerîlayên li Şirnexê jî şehîd bûne eşkere kir. HPG’ê li ser çalakiyên gerîla û êrîşên dewleta Tirk a dagirker jî ev agahî da: “7’ê Hezîranê, Hêzên YJA Starê li dijî leşkerên Tirk ên li Girê Qesrokê bi cih bûbûn çalakiyek kirin. Di vê çalakiyê de 12 leşkerên Tirk hatine cezakirin. 8’ê Tîrmehê, hêzên YJA Star li dijî dagirkerên li Şeşdara 2 çalakiyên sekvaniyê lidar xistin, di van çalakiyan de 2 leşker hatin cezakirin. Heman demê 3’yê Tîrmehê di êrîşa hewayî a artêşa TC’ê ya dagirker a li devera Xantûran de hevrêyên me Goran Goyî û Viyan Devrîm şehîd bûne. Em ê piştre agahiyên li ser nasnameya hevrêyên xwe bi raya giştî re parve bikin. 27’ê Hezîranê artêşa TC’ê ya dagirker li devera Masîro ya herêma Besta ya Şirnexê dest bi tevgerekê kiribû. Hêzên dagirker piştî bi balafirên şer û helîkopteran dever bombe kir û şûnde bi helîkopterên Skorsky leşker danîne deverê. Di tevahiya tevgerê de Fermandar Meryem Kaplan bi nasnav Sarya Besta ya li Colemergê ji dayik bûyî û hevrêyên me Besna Tuman bi nasnav Vejîn Agir a li Wanê ji dayik bûye û Mûsa Bûlan bi nasnav Avareş Helhel ê li Amedê ji dayik bûyî şehîd bûn. ANF/BEHDÎNAN