Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand, dema tevgera dagirkirinê ya Tirk a li ser Heftenînê, yekîneyên gerîla derb li du helîkoptêran dane, li qadên cuda jî 6 leşker hatine kuştin. Hin agahiyên HPG’ê dane weha ne: “22’yê Hezîranê, gerîllayan li qada Girê Dûpişk li dijî yekîneyên operasyonê yên dagirkeran çalakî kirin. Di çalakiyê de 4 esker hatin kuştin. Bi helîkopteran gelek êriş hatin kirin. 2 helîkopteran ji gerîlla derb xwarin. Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Şehîd Bager û Şehîd Ronya de hêzên me 22’yê Hezîranê li Çelê ya Colemergê li qada Şîfrezayê li dijî yekîneyên artêşa TC’ê ya dagirker çalakiya sekvaniyê kirin. Di vê çalakiyê de 2 leşkerên dijmin hatin kuştin. 19’ê Hezîranê artêşa TC’ê ya dagirker li qada gundê Siyamîr a Tetwanê ya  Bedlîsê operasyoneke dagirkirinê daye destpêkirin. Hêzên dagirker berê sibehê bi balafirên şer qad bombekrine. Piştî bombekirinê hêzên dagirker hewl dane ku bi helîkoptêrên Skorskyê leşkeran deynin. Dema operasyonê hevalên me Çekdar û Dersim şehîd bûne. Ev operasyon 22’yê Hezîranê ji qadê vekişiyaye. 8’ê Hezîranê artêşa TC’ê ya dagirker li bejahiya navçeya Aricakê ya Xarpêtê operasyonek daye destpêkirin. 9’ê Hezîranê di navbeyna hêzên me û dagirkeran de şerekî giran rû daye. Di vî şerî de gelek leşkerên dijmin hatine kuştin û birîndarkirin, hevrêyên me Devran û Firaz ku li dijî dagirkeran bi lehengî şer kirine, şehîd bûne.’’
 ANF/HEFTENÎN