HPG’ê ragihand ku hêzên wan li Heftenînê li artêşa Tirk a dagirker xistine û 7 leşker hatine kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyen gerîla li Heftenînê daxuyaniyek weşand.
HPG’ê got; “Li herêma Heftenînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Cenga Heftenînê de 2’yê Kanûnê saet 15.30’an li Girê Konferansê yê Mezin li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakiyek kirine. Di çalakiyê de 7 leşker hatin kuştin, kozika çeka giran a 1 A-4 û kamerayeke mobeseyê hatiye rûxandin. Di çalakiyê de zirar negihişt hêzên gerîla.
Heman rojê balafirên şer ên artêşa Tirk qada Geliyê Pîsaxa ya herêma Heftenînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê bombarduman kirin. Di bombebaranê de zirar negihişt hêzên gerîla.”
ANF/BEHDÎNAN