Li Heftenînê ruhê 14’ê Tîrmehê
Li hemberî êrişên dagirker ên dewleta Tirk li Heftenînê berxwedana gerîlayên HPG û YJA Starê didome. Di çalakiyên gerîlayan de herî kêm 16 leşker hatin cezakirin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku li dijî tevgera dagirkeriyê ya artêşa Tirk a dagirker li Qada Heftenînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê daye destpêkirin, berxwedana dîrokî ya gerîlayan didome.
HPG’ê der barê çalakiyên li Heftenînê ev agahî dan:
“Berxwedana bi heybet a ku bi ruhê berxwedana 14’ê Tîrmehê li Heftenînê didome, derbên giran li dewleta Tirk a dagirker dixe. Li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Cenga Heftanînê de derbên giran li hêzên dagirker xist.
12’ê Tîrmehê, li qada Xantûrê di navbera hêzên me û dagirkeran de şer çêbû û me bi berfirehî agahî li ser vê çalakiyê di 13’ê Tîrmehê de eşkere kiribûn. Hêzên me li nêzî Girê Şehîd Rojîn Gewda a li qadê li yekîneyên dijmin dan. Bi qasî ku hatiye tespîtkirin 5 leşker hatine cezakirin û leşkerek jî birîndar bûye. Piştî van çalakiyên bi bandor, artêşa Tirk a dagirker bi obus, hawan û balefirên şer li qada Xantûrê daye. Di şer û bomberdûmana li qada Xantûrê de hevalê me Rustem bi qehremanî li dijî dijmin şer kiriye û şehîd bûye.
11 esker hatin kuştin
12ʼê Tîrmehê, li Tepê Dûpişk bi çalakiyên sekmaniyê yên li pey hev 5 esker hatin cezakirin.
12’ê Tîrmehê, Yekîneyên Parastina Hewayî ya Şehîd Delal li Girê Qertel li dijî dagirkeran çalakiyek li dar xistine. Di vê çalakiyê de hêzên me li 2 cihan daye, hejmara leşkerên mirî û birîndar ên dijmin nehatiye tespîtkirin.
Heman rojê hêzên me li dijî dagirkerên li Girên Şehîd Ciwana û Şehîd Serfiraz çalakiyên sekmaniyê kirin û 2 leşker hatin cezakirin.
Li Girê Koordîne jî eskerek hat cezakirin.
13’ê Tîrmehê, li qadên Şehîd Bêrîvan û Tepê Tunelê bi çalakiyên sekmaniyê 3 eskerên dagirkeran hatin kuştin.
Me di daxuyaniya 13’ê Tîrmehê de der barê çalakiyên li qada Bektorya û şerê li wir agahî dabû raya giştî. Hêzên me li qadên Tepê Qertel û Şehîd Bîrhat derbên giran li dagirkeran dan û dagirkeran jî ev qad bomberdûman kirin. Di van şer û bomberdûmanan de hevalên me Ozan, Zeynep, Gever û Şoreş li dijî dagirkeran destana qehremaniyê nivîsandin û şehîd bûn.” HEFTENÎN