Bi boneya 3’yemîn salvegera şoreşa 19’ê Tîrmehê şervanên YPG’ê û YPJ’ê li taxa Şêxmeqsûd Şerqî, Şêxmeqsûd Xerbî û taxa Eşrefiyê yên bajarê Helebê sê civînên cuda li dar xistin. Di hersê civînan de bi dehan şervan amade bûn.
Her sê civîn bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kirin. Di civînan de Fermandara YPJ’ê Rûken Efrîn axivî û 3’yemîn salvegera şoreşa 19’ê Tîrmehê li hemû şervanên YPG’ê û YPJ’ê pîroz kir. Rûken Efrîn di axaftina xwe de got ku şoreşa Rojava ku çirûska wê li bajarê Kobanê hate vêxistin heta niha bi serkeftiyên mezin didome û wiha got: “Şoreşa Rojava xwedî wateyeke mezin e û li ser riya azadî û demokrasiyê bi hemû hêza xwe li ber xwe dide.”
Partiyên Lubnanî jî tevlî bûn
Kurdistaniyên li bajarê Lubnanê Beyrûtê bi boneya salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê semînerek li dar xistin.
Semînera ku li navenda Newroz a li paytext Lubnan hate lidarxisitn bi beşdarbûna sedan Kurdistaniyan, her wiha nûnerên partiya Kumînist a Lubananê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Endamê SZK’ê Ehmed Cizîrî axivî û bal kişand ser şoreşa got: ˮŞoreşa rastî ya azadî û wekheviyê şoreşa Rojava ye.ˮ
Li ser navê navenda Çand û Civakê ya Newroz Henan Osman axivî û salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê di serî de li Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, gelê Kurd û pêkhateyên Rojavayê Kurdistanê pîroz kirin.Henan bang li hemû kesî kir ku ji bo ji nûve avakirina Kobanê alîkariyan bikin.
HELEB/BEYRÛT