Wezareta Jîngeha Herêma Kurdistanê û rêxistina dostên jîngehê bi dirûşma ‘Em te bi tenê nahêlin, 5 hezar şitil diçînin’ 5 hezar şitil ji bo bîranina 5 hezar şehîdên kîmyabarana Helebce çandin. Berî çandina daran Wezîrê Jîngeha Herêmê Ebdurehman Mihemed di daxuyaniya çapemeniyê de axivî û got: “Di 29’mîn salvegera kîmyabarana Helebce de, me pêwîst dît ku li gel rêxistina xwedî dostên jingehê deriyê bajarê Helebce şîn bikin. Em jî ji bo bîranîna şehîdên kimyabaranê 5 hezar şitlên daran diçînin. Bi hatina biharê re wê li seranserî Herêma Kurdistanê gelek çalakiyên me yên jingehî werin lidarxistin. Her wiha emê zêdetir girîngî bi parastina xweza û şinahiyê bidin.” Piştre ji Waliyê Helebce Elî Osman ji axaftinek kir û got: “Xema me Helebceyiyan ne tenê avakirine, di heman demê de avakirina jingehêye ji. Dibe bi riya zextkirina li ser rêxistinên xwezaparêz ve ji bo nasandina jenosîda kîmyabarana Helebce çalakiyan bikin. Di 8 mehên derbas bûyî de Wezareta Çandiniyê, Serokatiya Şaredariya Helebce, rêxistinên xwezaparêz yên Helebce û Silêmanî û gelek saziyên din xwestin, rêya deriyê Helebce şîn bikin. Ji ber wê em ji vir sipasiya wezareta Jîngehê û rêxistina xwedî dostên jingehê dikin ku tevlî vê çalakiyê bûne.” Piştre ji dest bi çandina şitlan hat kirin û bi vî awayi rêya dinavbera Helebce û Sîrwan hat şîn kirin.”
HELEBCE