Mexdûrên Kîmyabarana Helebce di 29. salvegera kîmyabarana Helebce de li ser gorsitana şehîdên kîmyebaranê  kombûn û bi daxuyaniyekê heftiya şînê ragihandin. Li ser navê mexdûran Tahir Kerîm daxuyanî xwend û wiha got: “Wek em hemû dizanîn ku em welatiyên Kurd, di encama xebata şoreşgerî de, mil bi milê şoreşgeran bûn qurbanî. Lê zerera wê li gorî bajar, navçe, gund û malbatan tê guhertin.” Her wiha Tahir Kerîm got: “Ji ber wê di 29. salvegera kîmyabarana Helebce de em diyar dikin ku  di demên derbasbûyî de, ti alî û desthilatekê berpirsyartiya xwe ya li hember me bi cih ne aniye. Jiyana me mexdûrên kîmyabaranê xirabe û her diçe xirabtir dibe. Heya niha ji bo başbûna  jiyana me ti gavek ji nehatiye avêtin.”

Tahir Kerîm wiha domand: “Ji ber ku rêz li mexdûr, li ser navê me nardina kesên ne berpirsyar ya ji bo bîranînên derveyî welat  û piştguhkirina daxwazên me, em li vir kombûne. Em radigihînin ku komeleya qurbaniyan nûnerên şehîdanin, nabe nûnerên hikûmetê kesekê destnîşan bike û fikrê gelê Helebce li ser nebe.”
Her wiha mexedûrên kimyabaranê daxwazên xwe wiha rêz kirin: “Bend û proje yasaya mexdûran li parlamentoya Herêma Kurdistanê hatiye îmzekirin, divê bê ku destkarî û di zûtirîn dem de bikeve meriyetê, her guhertinek li ser were kirin, divê em agadarbin. Berovajî wê emê serî li riyên yasayî bidin. Her mexdûrek kîmyabaranê jiyana xwe ji dest bide, bê şert û merc wê malbat berdewam mûçeyê mexdûr werbigre, heya ku kar û barên yasayî tên bicih kirin.Divê li hemû navend û saziyan ji bo mexdûran, bi taybetmalbatên wan rêz were girtin.”


CÎHAD HEWRAMÎ / ROJNEWS / HELEBCE