Peymangeha Teknîkî ya Helebçeyê bi armanca parastina çand û zimanê Kurdî û girîngiya ji bo beşên zanistê, 1’emîn Mîhrîcana Zanistê pêk anî.

Rêveberê Peymangeha Teknîkî ya Helebçeyê û Dr. Dana Ehmed der barê mîhrîcanê de axivî û da zanîn ku armanca vê mîhrîcanê ew e di aliyê çand û zimanê kurdî de xebatan bi pêş bixin û wiha axivî: “Ev gaveke nû ye ku bi berfirehî li cihek zanistî wek Peymangeha Teknîkî ya Helebçeyê mîhrîcanek tê lidarxistin.  Gelê me bi vê rêyê dixwaze xwedî li çand û kevneşopiyên pîr û kalên xwe derkeve.” 



HELEBÇE