Li gorî agahiyên ku nûçegihanên ANHA’yê bidest xistine, pêr êvarê topek hawanê li Kolana 20’an a Şêxmeqsud ket. Hate ragihandin ku di encamê de welatiyê bi navê Kemal Mehemed ê ji gundê Til Hemo yê ji navçeya Cindira Efrînê û Ehmed Ebdo yê ji gundê Mamul ê Efrînê jiyana xwe ji dest dan. Welatiyên bi navê Raşid Xelîl, Îdris Yusif û kesekî ku navê wî nehate zanîn jî birîndar bûn. Her wiha li kolanê ziyana madî çêbû. Cenazeyê herdu welatiyan doh ji aliyê bi dehan welatiyên taxê ve ji Nexweşxaneya Yasîn hatin wergirtin û ber bi Efrînê ve hatin oxirkirin. Cenazeyê Ehmed Ebûd li goristana şehîdan a Gundê Metîna, cenazeyê Kemal Mihemed jî li Gundê Til Hemo yê navçeya Cindrêsa Effrînê wê bêne veêartin.

HELEB




Çeteyan 15 gund valakirin

Welatiyên li gundên derdora bajarokê Til Hemîsê diyar kirin ku komên çete yên DAIŞ`ê 15 gundên herêmê ji şêniyên wê vala kirine. Welatiyên hatine derxistin li bajarê Qamişlo bicîh bûn. Li gorî agahiyan şêniyên van gundan bi zorê hatine derxistin û gund topbaran kirine. Yek ji welatiyên ku hatine derxistin jî rêveberê dibistana gundê Husêniyê yê li nêzî bajaroka Til Hemîsê Xidir Elelî ye.
Xidir Elelî, diyar kir gundê Husêniyê, du gundên bi navê Xernewî Riêdat, gundên Ebû Kibîr, Xerab Elmihar, Hilwet Benî Seba, Hesbe Elxerbiye, Diwêc û Ferûce yên li rojavayê Til Hemîsê bi temamî hatine valakirin. Elelî destnîşan kir ku tenê ji gundê Husêniyê 130 malbat hatine derxistin. Xidir Elelî got li bakûrê Til Hemîsê gundên Til Ehmed, Meslûsa û Tiwêne, li başûrê Til Hemîsê jî gundên Cirênat, Sukerat û Salihiyê hatine valakirin.
Elelî destnîşan kir ku komên çete gef li gundiyên gundê Husêniyê kirine û gund jî bi çekên giran bombebaran kirine. Elelî anî ziman ku piraniya endamên komên çete biyanî ne û bi zimanên Pakistanî û Afganî di axivin. Welatiyên ku ji gundan koçber bûne diyar kirin ku ew 4 rojan li çolê meşiyane heta ku xwe gihandine bajarê Qamişlo. Ji koçberan hinek li malên xizmên xwe bicîh bûne, lê piraniya wan li dibistana Almaza Xelîl bicîh bûne û rewşa wan nebaş e. Welatiyên herêma derdora Til hemîsê bang li Yekîneyên Parstina Gel (YPG) kiribûn da ku herêmên wan ji komên çete yên DAIŞ`ê rizgar bikin. YPG`ê jî li ser daxwaza welatiyan di 26`ê kanûna 2013`an de li dijî komên DAIŞ`ê operasiyona leşkeri dabû destpêkir. Di operasiyonê de heta niha bi dehan gundên herêmê hatine rizgarkirin û bajarokê Til Hemîsê jî hatiye dorpêçkirin.

QAMIŞLO