Hêzên rêjîma Baas taxên rojhilatî bajarê Helebê “Şêx Xidir, Beyîdîn, Saxûr, Mesakin Henano, Bustan El-Başa, El-Hilk, Bustan El-Qesir, El-Iwêce, El-Heyderiye û Şêx Faris” ên di destê çeteyên koalisyona niştîmanî de, topbaran kirin.
Li gorî nûçeya ANHA’yê di encama topbaranê de, 13 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan, hejmareke mezin birîndar bûn, her wiha gelek malên welatiyan hatin rûxandin.
Li aliyekî din jî çeteyên koalisyona niştîmanî taxên “El-Cemîliye, El-Hemdaniye, El-Silêmaniye, kolana El-Tilel û El-Meydan” ên di destê rêjîmê de ne, topbaran kirin. Di encama topbaranê de, 19 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan û 80 kes jî birîndar bûn.
Li herêmên başûrê, rojava, bakur û rojhilatî Helebê, Dar Iwêce yê bakurê Helebê, Silman El-Helebî, herêma El-Amiriye, Şêx Xidir û Şêx Seîd, pevçûn rû dan.
Di encama pevçanan de, 32 welatiyên sivîl jiyana xwe de dan û zêdetirî 100 kes jî birîndar bûn.
HELEB