Wezareta parastinê ya Rûsya li bajarê Helebê agirbestek ragihand da sivîl û çeteyên koalisyona niştîmanî ji taxên rojhilatî bajêr derbixin. Lê tevî vê yekê jî ji saetên serê sibehê ve, li taxên bajarê Helebê li herêmên ′El-Zehra, El-Lêremûn, Mesakin 1070 şuqe û 3000 şuqe derketin, çeteyên koalisyonê jî amadekariyên êrîşa çerxeriya El-Cendûl′ di navbera rêjîma Baas û çeteyên koalisyona niştîmanî de, pevçûn rû dan.
Tevî ku agirbest di meriyetê de ye, çavkaniyên herêmî ragihandin ku balafirên şer ên rejîmê li gundê Mêznaz ê li gundewarên rojavayê Helebê, komkujiyek pêk anîn. Di encamê de 10 welatiyên sivîl (di nav de, 7 zarok) jiyana xwe ji dest dan û bi dehan kes jî birîndar bûn.
Çavdaniyan dane zanîn ku hêzên Rûsya hejmarek otobûs şandine ser rêya Kastêlo, da ku sivîlên ku ji ber pevçûnên ku diqewimin veguhezînin herêmên bi ewle. Lê heta niha tu kes ji wan taxan derneketiye.
Li aliyekî jî li derdora projeya 3000 şeqe û herêmên ′Dahiyet El-Esed, Minyan, Heleba nû û Cimiyeta El-Zehra′ pevçûnên dijwar di navbera hêzên rejîma Baas û çeteyên koalisyona Niştimanî de rû dan. Her wiha topên hawanan û fûzeyan jî li wan deveran diketin. Li gorî çavkaniyên herêmî di pevçûnan de, 3 serçete hatin kuştin.
Hin aliyên ku rewşa Helebê dişopînin destnîşan kirin ku ji dema destpêkirina şerê′Efsaneya Heleb a mezin′ ve nêzî 69 welatiyên sivîl li Helebê jiyana xwe ji dest dan û bi sedan kes jî birîndar bûn.
Taxa Şêxmeqsûd a Helebê jî duh rastî topbaraneke bihêz a çeteyên koalisyona Niştimanî hat, di encamê de zarokekî jiyana xwe ji dest da û hejmarek sivîlên taxê jî birîndar bûn.
HELEB