
Rewşa meydanî a şer a li Helebê û nexasim jî li hawîrdora taxa Kurdan Şêx Meqsûdê, gihişt asteke ku bike krîzeke nû ya insanî were ber derî.
Şerê di navbera hêzên rejîma Sûriyê û komên girêdayî çeteyên Koalisyona Niştimanî ya Sûriyê (KNS) de li taxên rojhilata Helebê ev zêdeyî 2 hefteyan bê navber dewam dike. Piştî êrîşa dawî a hêzên rejîmê li dijî rojhilata bajarê Helebê, gelek sivîl ji vî aliyê Helebê xwe avêtin bextê YPG´ê.
YPG´ê bi daxuyaniyekê da zanîn ku heta pêr 6 hezar sivîl hatine rizgarkirin. Li gorî daxuyaniyeke Endamê Desteya Rêveber a Koalîsyona Neteweyî ya Demokratîk a Sûriyê Ehmed E´rec, ev hejmar gihiştiye 8 hezar kesan û 10 hezar kesên din jî li taxa Bustan Paşa hene ku niha êdî di kontrola YPG´ê de ye. Di warî eskerî de jî li gorî agahiyên ji çavkaniyê herêmî, di encama li hevkirinekê de ji bo ku rejîm dorê li wan negire, gelek çete û hêzên ser bi qaşo Artêşa Azad a Sûriyê ve ji 9 taxên rojhilatê Helebê vekişiyane û ji van taxan 5 jê li gorî vê lihevkirina bi YPG´ê re ketine kontrola YPG´ê.
Banga lezgîn ji bo alîkariya insanî
Bipêşveçûn û xurtiya êrîşa artêşa rejîmê kir ku xetên parastinê yên çeteyên Koalîsyona Neteweyî ya Sûrî bişikin. Di encamê de ji pêr ve bi heyaran sivîlên ji van taxan xwe avêtin bextê YPG´ê da ku xwe rizgar bikin. YPG´ê hejmara van sivîla pêr wekî 6 hezar eşkere kir, lê belê ev hejmar her diçe zêdetir dibe. Endamê Desteya Rêveber a Koalîsyona Neteweyî ya Demokratîk a Sûriyê Ehmed E´rec daxuyaniyeke nivîskî da û îşaret bi krîzeke muhtemel a insanî kir. E´rec got, bêhtirî 8 hezar kesî xwe gihandine YPG´ê ji bilî vê 10 hezar sivîlên li taxa Bustan Paşa jî li vê zêde dibin û sivîlên taxa Holekê jî hene û pêdiviya hemûyan bi malzemeyên heyatî heye. E´rec daxuyaniya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya digot, hezar û pêncsed penaberî xwe gihandiye deverên di bin kontrola YPG´ê de bi bîr xist û got, bi vê yekê dixwazin xwe ji barê erk û berpirsiyariyên xwe bidin alî. Endamê Desteya Rêveber a Koalîsyona Neteweyî ya Demokratîk a Sûriyê Ehmed E´rec di dawiyê de banga alîkariya lezgîn a insanî li NY, sazî û derdorên peywendîdar kir.
Bahozeke eskerî
Di warê eskerî de jî agahiyên ji Rojhilatê Helebê êşaret bi guherîneke bahozwarî dikin, ku agahiyên ji çavkaniyên herêmî jî piştrast dikin. Çeteyên ku xwe li ber hicûma eskerî ya hêzên artêşa rejîmê negirtin, ji bo ku dor li wan ney girtin, bi YPG´ê re lihevkirî ji hin taxan vekişiyan. Li gorî çavkaniyên herêmî, çete ji 9 taxên rojhilatê Helebê vekişiyan û ji van 5 ketin bin kontrola YPG´ê. Di nava van taxan de Bustan Paşa, Holek, qismekî Şêx Faris û qismekî Eyn Tal jî hene.
Di heman çarçoveyê de nûçeyên derbarê teslîmbûna hin çeteyên li van taxan jî tên. Li gorî gahiyên bi temamî ne piştrastkirî yên ji deverê, hêza bi ser qaşo Koalîsyona Neteweyî ya Sûriyê Ketîbet Kamilît tevî sîlehên xwe teslîmî hêzên QSD´ê bûye.
Çete koçberan gulebaran dikin
Li aliyê din, li taxên rojihilata bajarê Helebê çeteyên Koalisyona Sûriyeyê şêniyên ku ji ber şer berê xwe didin taxa Şêxmeqsûd hedef digirin. Di encama êrîşan de hejmarek welatî birîndar bûn.
Ji ber şer welatiyên sivîl ên taxên rojhilata Helebê koçberî taxa Şêxmeqsûd a Helebê dibin. Bi sedan malbat ji wan taxan direvin û xwe dispêrên herêmên ji aliyê YPG/YPJ û asayîşê ve têne parastin. Nûçegihanên ANHA`yê ji taxa Şêxmeqsûd ragihandin ku çeteyên koalisyonê sivîlên ku ji taxên rojhilatê Helebê derdikevin û berê xwe didin Şêxmeqsûdê, gulebaran dikin. Nûçegihanan da zanîn ku çete topên hawanê û gulleyan li sivîlan dibarînin. Birîndarên ku digihîjin Şêxmeqsûdê li navenda Xalid Fecir a girêdayî Heyva Sor a Kurd têne dermankirin.
NAVENDA NÛÇEYAN