
Muslum dirêjî da gotinê xwe û got: “ Welatên cîranên Sûriyeyê, li du siyaseta komployêne. Dixwezin gelê Kurd ji hem belav bikin û wan li Rojavayê Kurdistanê li dijî hev du derxînin. Em nabin leşker tu kesî, heyanî niha Kurdan ji gelek kesan re leşkerî kiriye, lê ji vir û pê de em ê rê nedin vê yekê. Ji ber siyaseta hin hêzên derve û Tirkiyeyê hin partiyên Kurd naxwazin Kongreya Netewî ya Rojavayê Kurdistanê pêk were. Naxwazin malbatên Şehîdan beşdarî kongireyê bibe. Ez li vir dibêjin yên hirtemê ji Şehîdên gelê Kurd re negre, gelê Kurd jî hirtemê jêre nagre, gelê wê pêl wan ke û derbaz be”.
Salih Muslum derbarê 8. Salvegera PYD’ê de jî axivî û got: “ Em 8. Salvegera partiya xwe pîroz dikin. PYD bi rihetî negişte van rojan. Di destpêka damezrandina PYD’ê de dijminê gelê Kurd nehêşitn PYD’ê rihetî mezin bibe. Weke mînak li bajarê Musulê di sala 2003’an de 5 hevalên me şehîd xistin. Di 2004’an de Bavê Cûdî ku yek ji endamê PYD’ê bû. Di encma îşkenceya ku ji aliyê hêzên Bass ve hatibû kirin Şehîd ket. Dîsa Mamosta Osman û Şêx Mehşûq ku di encama siyaseta înkarê ya faşîzma Ereb li Sûriyeyê hatin kuştin. Li hember hemû endam û alîgirên PYD’ê siyaaseta tirsê û girtinê dest pê kirin. Lê nekarîn gelê me ji Tevgera azadiyê û PYD’ê qut bikin. Ev nîşana ku PYD’ê temsîla vîna gelê Kurd dike”. Beşdarên civîna PYD’ê di civînê de alên PYD’ê û TEV- DEM’ê hildan û dirûşmên “Bijî PYD”, “Bijî Serok Apo” hatin gotin. Di civîna PYD’ê de tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên li ser Qendilê hate şermezar kirin û daxwez hate kirin ku tavilê tecrîda li ser Ocalan bê rakirin.
ANF/HELEB