
Tevî ku kolana mala wan rûxiyaye, lê Mustefa û hevjîna xwe Fatma, hê li mala xwe bi bîranînên xwe yên berxwedaniyê re dijîn.
Mustefa û Fatma bi eslê xwe ji Kantona Efrînê ne, beriya 30 salî zewicîn û li taxa Eşrefiyê ya bajarê Helebê dijîn. Ji ber pirsgirêkên tenduristiyê zarokên wan tune ne, lê vê yekê ji hev veneqetiyan û rewşa şer a dijwar de, jiyana xwe di mala xwe de domandin. Mustefa û hevjîna xwe Fatma berê li ser dengê fûzeyan radibûn. Lê piştî ku şervanên YPG/YPJ’ê taxa wan ji komên çete rizgar kirin, ew sebeha zû bi aramî radibin
Rojekê ji rojan pisîkek bû mêvana mala wan, çavekî wê keske û yên din şîne û ev saleke bi wan re dijî. Wan navê pisîkê kirin Şêro û wekî zarokê xwe xwedî dikin, her roj dişon û xwarinê didinê. Şêro bûye parçeyek ji jiyana Fatma û Mustefa, dema ku dûrî wî dikevin bêriya wî dikin.
KENDAL ŞÊXO/ANHA-HELEB