Tirkiyeyê bi radestkirina Helebê beramberî Babê, ji ber nerazîbûna Îranê niha li eniya hevalbendên rejîma Sûriyê veguheriye girêka Gordion. Rûsya dixwest Helebê ji çeteyan paqij bike û weke serkeftinekê ji xwe re bi nav bike. Rejîma Sûriyê û Îran ji vê tifaqa ku li ser radestkirina herêmê Şehbayê çêbû, nerazî ne. Heya niha gavên ku Tirkiyeyê xwest li gorî tîfaqa navborî bi Rûsya re li ser Şehbayê biavêje û pêşve were, rastî nerazîbûna Îran û rejîma Sûriyê hat. Ev 24’ê Mijdarê di êrîşa balafirek nenas li dijî nuqteyeke artêşa Tirk a li Bakurê Babê de ku di encamê de 3 leşker hatin kuştin, derket holê. Bi taybet piştî ku pêr Wezîrê Derve yê Rûsî Sergey Lavrov di civîna çapemeniyê ya Antalyayê ya li gel hemkarê  xwe yê Tirkî Mewlûd Çavuşoglu de dabû xuyakirin ku tu têkilya Rûsya, Sûriye û hêzên wan bi êrîşa asîmanî ya dijî leşkerên Tirk, nîne. Pirsa gelo kê li artêşa dagirker ya Tirk da zêde bû.

Îran çima naxwaze?

Lewra mijara ku gumanan li dora xwe zêde dike ew e ku, Îran çima naxwaze Tirkiyeyê li vê herêmê pêşve were û li hember vê nakokiyên di têkiliyên Rûsî-Îranî de çi ne? Ev nakokî çiqas kûr in û ew ê di dosyaya dagirkeriya Tirkiyê li Sûriyê de çiqas bandor bikin?

Îran û Rûsya di qada Sûriyê de li gel rejîma Baasê di eniyekê de ne. Tirkiyeyê jî li hember van, di eniya dijber de ye û weke qaşo alîgirê sereke yên opozîsyna Sûriyê dihat zanîn. Xwendina têkiliyên Rûsî-Îranî, Îranî-Tirkî û Tirkî-Rûsî di nav kronolojiya aloziya Sûriyê de, ew ê van mijaran zelaltir raxîne pêşiya mirov.

Rûs-Îran


Nakokiyên Rûsî-Îranî di dosyaya Sûriyê de, ji roja destwerdana leşkerî ya Rûsya ji qada Sûriyê (30’ê Îlona 2015) ve dest pê kirin. Heya vê dîrokê Îran li qada hundirîn a Sûriyê, bi şêwirmendên leşkerî, pastar, Hêzên Zêrevanên Îranî (Heres El-Sewrî), Hizbullah, desteka çek û cebilxaneyê û baregehên xwe yên leşkerî û istîxbaratî, piştevanê yekemîn ê rejîma Baasê bû û li qada navnetewî jî aktorek sereke yê dosyaya Sûriyê bû. Lê destwerdana Rûsî hişt ku rola Îranî paşguh û kêm bibe. Rûsya di demeke kurt de nexşeya herêmên serweriya rejîma Baasê li Sûriyê guherand û herêma di destê rejîmê de fireh kir. Di heman demê hewl da di aliyê leşkerî, aborî û siyasî de bandora Îranî di dosyaya Sûriyê de lawaz bike. Tevî ku her du welat di eniya berdewamiya rejîma Baasê de bûn, lê derbarê gelek xalên bingehîn ên vê dosyayê de (mayîna Esad li ser desthiladariyê, hebûna Hizbullah li Sûriyê û xeta mezhebî ya şîa û şerê gaza xwezayî ne) xwedî nakokiyên kûr bûn.

Rûsya ji Hizbullah û komên îranî kêfxweş e!

Fermandarê Gîştî yê Hêzên Herez El-Sewrî yên Îranî Mihemed Elî Caferî di 3’yê Mijdarê de li Tehranê daxuyandibû ku derbarê mayîna Esed li ser desthiladariyê û rola Hizbullah li Sûriyê de nêrîn û helwesta wan û Rûsya ne yek in û gotibû: “Rûsya alîkarî dide Sûriyê, di oxira lêgerîna li berjewendiyên xwe de vê destekê dide, lê ew bi têkoşîna îslamî (Hizbullah û komên îranî) ne kêfxweş e”.

Li aliyê din cihên van her du welatan di aloziya Sûriyê de cihêwaz in, Îran hêzeke herêmî û Rûsya navnetewî ye. Ya yekemîn dixwaze hebûna xwe ya leşkerî xurt bike û projeyek mezhebperest pêk bîne. Ya din jî hewl dide giraniya xwe ya siyasî li qada Rojhilata Navîn vegerîne û di biryarên derbarê Sûriyê de tên girtine de serwer be. Dîsa Rûsya li gel Îsraîl ji vê tevgerîna mezheb-perest ne razî ye. Rûsya bi hebûna xwe li Sûriyê di heman demê wek hêzekî parastina Îsraîl e.

Ji ber vê jî gelek caran hat gotin ku rejîma Sûriyê bi perspektîfek Rûsî, hewl daye koma Dîfai El-Wetanî ya bi ser Hizbullah û Herez El-Sewrî tune bike û bike bin serweriya artêşa Sûriyê de. Da ku bandora Îranê li ser wan kêm bike. Rûsya bi riya pere û xelatan, hewl da komên Îranî bikişîne aliyê xwe ku Tugaya El-Qudisê wiha kir.

Wekî niha bi şaşitî bi nav kir!

Nakokiyên van her du welatan kûr bûn, heya gihiştin asta ku di Kanûna 2015’an de dema ku Îran nehat tîfaqên Rûsî, balafirên şer ên Rûsiyê benda kontrolê ya Milûk li gundewarên Himisê, benda bajaroka Xenasir a Helebê ku di bin serweriya hêzên Îranî de ne û baregehek Îranî li gundewarên Helebê jî bombebaran kir û gelek leşker û pastarên Îranî kuştin. Rûsya –mîna bombebarana bajaroka Zehrayê- wê demê jî hedefgirtina hêzên Îranî weke şaştî binav kir.

Ev û gelek xalên din ên bi nakok di hevsengiya demkî ya van her du welatan li Sûriyê de hene. Lê ya diyar ew e ku her du jî dixwazin di diyarkirina statuya Sûriyeya pêşerojê li gorî berjewendiyê xwe de, rol bilîzin û para xwe jê bigirin.

Îran-Tirkiye

Li aliyê din ê aloziya heyî li Şehbayê, têkiliyên Îranî-Tirkî hene. Îran niha li hember pêşketina Tirkiyê li herêmê rawestiyaye û bûye girêk. Ya esas nakokiya xetên sunî-şîî ne. Tirkiyeyê li herêmê di bin navê yekkirina Musilmanan tev digere û dixwaze xeta sunî li herêmê xurt bike û bike bin desthiladariya xwe de. Li hember wê jî Îran serkêşiya xeta şîayê dike. Û di demên dawî de him li Yemenê him li Iraq û him Sûriyê serweriya xwe fireh kir.

Şerê ji bo gaza xwezayî

Dîsa her du welat di şerê gaza xwezayî ya Rojhilata Navîn de jî dijberên hevûdin ên sereke ne. Projeya gazê (Nabucco) ya Amerîka li herêmê ku di çarçoveya wê de ew ê Tirkiyeyê bibûya depoya sereke ya komkirin û belavkirina gaza xwezayî ya Rojhilata Navîn, rastî tîfaqa Îranî-Sûrî ya derbaskirina gaza xwezayî ji Îran-Iraq û heya Sûriyê û Deryaya Spî ku di Tîrmeha  2011’an de hatibû îmzekirin; ku di çarçoveya wê de ew ê Sûriyê bibûya navenda depokirin û belavkirina gazê, hat.

Lewma Îran û Tirkiyeyê li ber nakokiyên mezhebî, di mijara şerê gazê de jî, li Rojhilata Navîn dijberên hev ên sereke ne. Ev dijberî niha li Iraq û Sûriyê gihaştiye asta bilind.

Rûs-Tirkiye

Rûsya û Tirkiyeyê ku di eniyên xwe de dijberên hevûdin in, niha xwedî tîfaqek demkî ne. Her du aliyan lihev kirine ku Bab beramberî Heleb bê radestkirin. Heleb ji bo Rûsya deskeftiyek mezin e ku karibe di dîplomasiya navnetewî de bikar bîne. Li aliyê din, Bab ji bo Tirkiyê tê wateya pêkanîna plana qutkirina her sê kantonên Rojava, mayindekirina dagirkeriya xwe li Sûriyê û vegerandina împaretoriya Osmanî ku tê qalkirin. Lewra jî di van demên dawiyê de çûn û hatinên dîplomatîk di navbera her du welatan de zêde bû. Serdana dawî ya Sergey Lavrov ji Tirkiyê re jî dikare di çarçoveya rihetkirina Tirkiyê beramberî xetereya Îranê de bê nirxandin. Lê heya niha tu bersivek din ji aliyê Îranê derneketiye.

Gelên Sûriyê dibin qurbana tifaqên qirêj

Ji vê rêzkirinê tê dîtin ku lihevhatin û hevsengiyên van welatan li Sûriyê hemû li ser hîmê pêkanîna berjewendiyên xwe û bikaranîna nakokiyan beramberî hevûdin de pêk tên. Ango tîfaqên demkî û tenê xizmete berjewendiyên van welatan dikin. Li aliyê din ê van tîfaqên di navbera  gelê Sûriyê dibe qurbanî û tê kuştin.  


NAZDAR EBDÎ