Qursên ku ji 100’an zêdetir kes tevlî dibin, mamostayê qursê Cemîl diyarkir ku, armanca wan ew ku li gel zimanê Kurdî xwedî li nasnameya xwe derbikevin. Mamosta Cemîl balkişand ser girîngiya ziman û diyarkir ku, ziman nîşaneya herî girîng ya nasname û çandê ye. Her wiha bilêv kir ku, “Em dixwazin ev qursên ku me bi derfetên pir kêm destpêkirî bi dawî bikin.” ‘Bila destûra pirtûkan bidin’ Ji mamostayên qursê Zeynep bilêv kir ku, zehmetiya herî mezin wane dayîna li mala ne û xwest ku, destûra qursên fermî bidin. Mamosta Zeynep zehmetî wiha rêz kirin: “Qursên ku em li malan didin bi berhem nînin. Dîsan di heman demê de ji ber ku xwendekar diçin dibistanên Erebî, zehmetiyan dikişînin.”
Rêveberên Rojavayê Kurdistanê û Saziya Zimanê Kurdî jî, dan diyarkirin ku pêwîste rêveberiya Şamê destûra perwerdeya bi zimanê dayîkê yanî Kurdî bide û ev daxwaz kirin. “Ji xwe destûr tenê têrê nake. Pêwîste dewlet hebûna Kurdan qebûl bike û ji bo Kurdî di dibistana de bê dayîn piştgirî bide. Lê belê hêjan dewlet destûr nade ku, pirtûk bi Kurdî bên çapkirin.”
ANF/HELEB