
Xalid Bekir da zanîn ku rêvebiriya navenda çand û huner a Helebê ji 9 kesan pêk tê û wiha got; “Ez jî weke rêvebirekî vê saziyê cihê xwe di xebata hunerî de digirim û ez bi xwe jî hunermend im. Her yek ji endamên rêvebir bi dorê rojekê dibin erkdarê navendê. Yên bi rojane kar û barê navendê bi rêve dibin ew in. Komên me yên govend, muzîk û şando, her roj têne navendê û piroveyên xwe dikin".
Di derbarê vekirina navenda çand û hunerê ya li bajarê Helebê de endama Koma Rojda Henxîfe Reşo jî axivî û got: "Ez ji yek ji xabatkarinê vê saziyê me û endamê Koma Rojda me. Li vê derê, em dikarin stiran, şano û govendê pêşbixin. Berî ku ev navend were avakirin, pir zehmetiyên me hebûn, cihê em lê pirovayên xwe bikin tunebû. Dîsa ji ber tisa dewletê gelek kesan zarokên xwe yên keç nedişandin xebatên çandî, bavê wan astengî ji wan re derdixist. Lê em niha pir kêfxweş bûn bi vekirina vê navenda xwe. Bi vekirina saziyê re gelek kes tên ji bo xebatên xwe yên çandî li vir tomar dikin. Ev jî cihê kêfxweşiyê ye".
Dewlemendiya çanda Efrînê
Endamê koma Serhed ku bi navê koma Kalan jî tê naskirin, Mehemed Bavê Îmad jî li ser xebatên xwe axivî û wiha got; "Di navendê de, ez li ser çanda herêma Efrînê radiwestim û ji bo me dibêjin Koma Kalan. Koma me di sala 1992’an de hate avakirin. Di wê demê de em 2-3 kes li hev civiyan û me got ku komên ciwanan pir in, divê em jî weke kal komeke çandê avabikin û me koma govendê avakir. Em govendên herêma Efrînê dilîzin. Sedema esasî ya avakirina vê komê ew bû ku me dizaniya ku çanda Efrînê pir dewlemend e lê ev dewlemendî ji aliyê herêmên cûda yên Kurdistanê ve nehatiye nasîn. Ji bo em vê çandê zindî bikin û bi hemû Kurdistanê û cihanê bidin nasîn, ev kom hate avakirin.
Li ser mijara avakirina navenda çand û hunerê de jî Bavê Îmad got; "Avakirina vê mala çandê pêngaveke ber bi riya serkeftinê de ye. Pêngevake xwedî derketina li Şehîdên azadiyê ye".
Endamê rêvebir ya navenda çandê pêşkeşvan Salah Dilovan jî di derbarê vekirina navendê de nêrînên xwe anîn ziman û got; "Bi xwe ez pêşkêşvanê şahî û Newroza me, ev nêzî 10 sal in ez karê pêşkêşvaniyê dikim. Em bi vekirina çand û hunerê kêfxweş in û em pê serbind in".
'Divê hunermendên Kurd bibin yek'
Hunermend Îmad Beşîr ji bo xebatên xwe yên hunerî di çarçoveya navenda çand û hunerê de axivî û wiha got; "Beriya Her tiştî em hatina xwe silav dikin. Ez weke hunermendekî Kurd têm naskirin. Bê guman di derbarê pêşxistina xebatên hunerî de gelek kêmasiyên me hene. Ji ber me Kurdan gelek zulm û zordarî dîtiye. Dijminên gelê me her gav xwestine ku Kurdan dûrî çand û hunera wan bike. Em ji navendê gelek sûd digirin, asta em ji vir digrin weke asteke zanîngehê ye".
Beşîr bang li hunermendan kir ku ew jî li derdora navendê de bicivîn û wiha gotinê xwe bi dawî anî; "Divê hunermendên Kurd xwe bi rêxistin bikin. Cihê herî baş yê rêxistinê navenda çandê ye. Ji ber ev mala hunerê û ya hunermendan e. Yekane cihê yekîtiya hunermendan sazî ye. Xizmeta şoreşê, civakê û netewa Kurd bi riya hunerê em dikarin bikin û cihê herî baş jî ji bo me navenda çand û hunerê ye".
ANF/HELEP