Bi hewldanên herdu aliyan ku dest bidin ser bajarê Helebê piraniya taxên bajêr di nav pevçûnan de ne, her wiha pevçûn li taxa Eşrefiyê di navbera Tugaya Cebhêt El-Ekrad ya girêdayî Artêşa Hur û hêzên rejîma Baasê de didomin û segvanên herdu aliyan li ser avahiyên çerxeriya duyemîn û Kolana El-Derozî belav bûne.

Tugaya Cebhêt El-Ekrad ya girêdayî Artêşa Hur pêr bi opêrasiyonekê bersiva hêzên rejîmê da ku hewl dida têkeve taxa Eşrefiyê û di encamê de li gorî navenda ragihandin a Tugaya Cebhêt El-Ekrad 6 leşkerên rejîmê hatine kuştin û gelek jî birîndar bûn. Her wiha 4 jî ji leşkerên  rejîmê di pevçûnên kolana Derozî de hatine kuştin û 3'ê jî ji segvanên rejîmê ku li ser avahiyên li hember çerxeriya duyemîn bi cih bibûn hatin kuştin.
 Li taxên El-Amiriyê û Sellahedîn ku rejîm hewl dide ku berve mizgefta El-Qurenî were piştî dest danî ser mizgefta Xalid Binwelîd û rejîmê derdora mizgeftê topbaran dike, li taxa Lêremûn pevçûn ji roja yekşemê de bi dijwarî didomin. Li taxê Raşidîn û li derdora navenda Istxarata Esmanî pevçûnên dijwar derketin. Artêşa Hur bi vîdeoyekî ku li ser înternêtê hate belav kirin tê de xuya dike ku 20 leşkerên rejîmê li taxa Henderat dîl girtine. Her wiha Artêşa Hur ragihand ku, dest daniye ser ketîbeye El-Qemiyê ya parastina esmanî li nêzî balefirgeha Minixê piştî pevçûnên ku gelek leşgerên rejîmê tê de hatine kuştin. Ji aliyekî din ve bajarokên Hirêtan, Biyanûn, Marêa û Sifîra ji aliyê rejîmê ve hatine topbarankirin. 

ANHA/HELEB