Tabûra Şehîd Gulê ji 60 jinên pêk tê û pêkhateyên Kurd, Ereb û Turkmen jî tê de cîh digire.Tabûra jinan bi hevkariya hêzên YPJ’ê piştî ku perwerdeyên xwe yên bikaranîna çekan bi dawî kirin, tabûra bi navê tabûra Şehîd Gulê Selmo bi merasîmekê ava kirin.
Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê û bi merasîmek leşkerî ji aliyê jinên taxê ve dest pê kir. Piştre Fermandara YPJ’ê ya bajarê Helebê Dosin Bîrhat derbarê girîngiya parastina cewherî de axivî û diyar kir jinên taxê bi riya tabûrên parastina cewherî dikarin parastina xwe û zarokên xwe bibin û ji hemû rewşên awarte re amade bin.
ANHA/HELEB