
Di van rojên ku welatên cîhanê li Sînaryoyên cuda ên ji bo çareserkirina aloziyên li Sûriyeyê tê lêgerîn de, hikûmeta Sûriyeyê asta tundiya li dijî gel zêde kiriye û hejmara kuştiyan zêde dibe di van 24 seatên dawî de li gorî çavkaniyên çalakvanan 151 kes hatine kuştin.
Li gorî agahiyên ajansa nûçeyan a dewleta Sûriyeyê li duyemîn bajarê mezin ê Sûriyeyê du êrişên bombeyî pêk hatin û hate ragihandin ku di encamê de gelek kuştî û birîndar çêbûne.
Li gorî nûçeya televîzyona dewletê, li bajarê Helebê du teqîn pêk hatin. Hate diyarkirin ku di encama teqînan de gelek sivîl û leşkeran jiyana xwe ji dest dane. Hate ragihandin ku hêrî kêm 25 kesan di êrîşê de jiyana xwe ji dest dane û nêzî 200 kesî jî birîndar in. Li gorî çavkaniyên leşkeriyê sê teqîn li bajêr pêk hatine. Li gorî heman çavkaniyê êrîş li dijî dezgeha istixbara leşkerî û avahiya yekîneyeke leşkerên ewlekariyê hatiye pêkanîn. Her wiha bajarê Humsê jî hê di bin dorpêça tang û topên artêşa Sûriyeyê de ye û hejmareke mezin ji sivîlan li bajêr hatiye kuştin her wiha xelkê vî bajarî 6 roje ku di binê ambargoyeke giran de ye û hewcedarî bi şertên herî kêm ên jiyanê heye.
Bê guman gelekî zehmete ku mirov li vir dest nîşan bike ku kê ev bûyer pêkaniye. Berê jî di dema destpêka karê şandeya çavdêrên Ereb de li Şamê hin teqîn çêbûbûn l êli gorî gelek derdoran ew teqîn bi destê rejîma Sûriyeyê hatibûn kirin da ku bala cîhanê bikşîne ser aliyekî din. Lê komên çekdar an jî wekî nav lê tê kirin artêşa azad a Sûriyeyê ku ji leşkerên veqetyayî pêk tê xwe çek û hêzeke başe bi alîkariya hin hêzên navnetewî.
Êdî nayê zanîn ku gelo ev teqîn ji alî rejîmê ve ji bo tirsandina gelê Helebê hatiye bikaranîn ku ew jî xwe ji bo tevlêbûna şoreşê amade dike an jî ew bi destê muxalifên çekdar hatiye kirin da ku hêza rejîmê bihejîne û tirsê bixe nava artêşa dewletê.
Koma dostên Sûriyeyê
Senatorê Amerîkî John McCain daxwaz ji welatê xwe kir ramana çekdarkirina muxalefeta Sûriyê ya ku li dijî hêzên serokê Sûriyê Beşar Esed şer dike, lêkolîn bike. McCain ji rojnamevanan re ragihand: “Divê em hemû egeran lêkolîn bikin, di nav de jî çekdarkirina opozisyonê. Herikîna xwînê li Sûriyê divê bê rawestandin.” Navbirî ku berî hevdîtina xwe ligel wezîrê derve yê Îsrailê Avgidor Lieberman ku serdana Amerîka dike dipeyvî, daxwaz jî kir “grubeke pêwendiyê, hevbendiyek” ji bo Sûriyê bê damezrandin. Senatorê amerîkî John Kerry ku niha serokatiya komîteya karûbarên derve li meclîsa pirên Amerîka dike, diyar kiribû ku kirîza Sûriyê ne wek a Lîbiyayê ye û bang li Çîn û Rûsyayê kir ku piştgiriya tevgera NY li dijî rêjîma Beşar Esed erê bikin. Wezîrê derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ku roja sêşema borî li Şamê ligel serokê Sûriyê Beşar Esed civiya, tekez kiur ku Esed pêbend e bi rawestandina kiryarên şîdetê li Sûriyê.
Helwesta Rûsyayê
Rûsyayê, di Konseya Ewlekariyê ya NY’ê de ragihand ku ew ê Koma Dostên Sûriyeyê ya ku ji aliyê DYA û mitefîkên wê ve li hemberî Sûriyeyê hatiye sazkirin, nas neke. Li gorî nûçeya ajansa nûçeyan a Îrnayê, Berdevkê Wezareta Derve ya Rûsyaê Aleksander Lukaşevîç di civîna çapemeniyê ya vê hefteyê de ragihand ku ew ê komên li dijî Sûriyeyê yên ku piştgirî ji DYA’ê digirin nas nekin. Lukaşeviç, diyar kir ku çi nav lê bikin, bila lê bikin, ew li dijî destwerdana Sûriyeyê ne û ragihand ku ew ê Koma Dostên Sûriyeyê nas neke. Lukaşevîç ragihand ku hewldanên DYA’yê, hêza muxalîfên derve yên Sûriyeyê xurt dibe û diyar kir ku welatên piştgirî didin Koma Dostan, dixwazin piştgiriyê bidin dijberiya li hemberî Sûriyeyê.
ŞAM