Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC-Demokratîk) li bajarê Helebê  Dibistana Şehîd Qehereman Efrîn vekir. Ev yekemîn dibistana seretayî ya zimanê Kurdî ye.

Dibistan li taxa Şêxmeqsûd li ser daxwaza şêniyên taxê hate vekirin. Di merasîma vekirina dibistanê de, bi dehan şêniyên taxê û şagirtên asta seretayî amade bûn. Endama KPC-Demokratîk Hêvîn Ebdo daxuyaniya KPC-Demokratîk xwend û vekirina dibistanê li şêniyên taxê tevî şagirtan pîroz kir.

Her wiha, ji rêveberên Kongreya Star Fatime Hesen, ji rêveberên TEV-DEM`ê Şehreman Mihemed û dayîka şehîd Qehreman axivîn. Di axaftinan de vekirina dibistanê li gel û şagirtan hate pîrozkirin û bal kişand ser rola şehîdan a ku ew gihandine vê astê.

 

HELEB