Li gorî çavkaniyê muxalefeta Sûriyeyê û çalakvanên mafê mirovan li bajarokê Trêmsê yê Hemayê komkujiyek hatiye kirin û zêdeyî 200 kesî hatine kuştin. Li gorî çavkaniyên çalakvanan artêşa Sûriyeyê piştî gulebaranê êrîş biriye ser bajarok û ev komkujî pêk aniye. Lê li gorî ajansa fermî ya dewletê jî artêşa wan di encama bangewaziya xelkê bajarok de çû wir, li gorî çavkaniyên dewletê xelkê bajarok alîkarî ji dewletê xwestine da ku wan ji komên çekdar biparêze û di encama destwerdana artêşê de gelek endamên komên çekdar hatine kuştin. Her wiha li gorî televizyona dewletê komên çekdar raste rast gelê bajarok gulebaran kiriye û di encamê de gelek xelkên sivî hatine kuştin.
Ev komkujî wekî yên berê dîsa herdu alî davêjin ser hev. Muxalefeta çekdar dibêje ku hêzên dewletê ev komkujî pêk aniye û dewlet dibêje komên çekdar ev komkujî pêk aniye.
Li gorî agahiyên çalakvanan piraniya kesên ku di komkujiyê de hatine kuştin bi kêran hatine serjêkirin. Ev rêbazê kuştinê jî komên çekdar ên misilmanên radîkal tînin bîra mirov. Lê dibe ku xelkên sivîl bi vê rêbazê ji alî hêzên taybet ên dewleta Sûriyeyê ve jî hatinbin kuştin da ku komên çekdar ji wan kuştinan wekî berpiriyar were dîtin.
Her wiha ew projeya nû ya ku ji alî welatên Rojava ve hatibû pêşinyarkirin ji alî Rûsyayê ve hate rexnekirin û da xuyakirin ku ew projeyeke wiha napejrînin. Di vê pêşnûmeya plana nû ya Rojava de ji hikûmeta Sûriyeyê dihate xwestin ku di nava 10 rojan de heke çekên xwe yên giran ji bajaran venekşîne dê Konseya Ewlekariya li gorî xala 41’ê ya peymana Neteweyên Yekbûyî tevbigere û rejîma Sûriyeyê ceza bike.
Wekî tê zanîn Rûsyayê jî berê pêşnûmeya biryareke nû derbarê Sûriyeyê de pêşkêşî Konseya Ewlekariyê kiribû da ku muhleta şandeya çavdêrên Navneteweyî bê dirêjkirin û bang li hemû aliyan bê kirin da ku dest ji çekan û tundiyê berdin û li dora maseya diyalogê bicivin.
Ev ne cara yekeme ku li Sûriyeyê komkujî li dijî gelê sivîl pêk tên û wekî hemû komkujiyên berê dîsa rejîmê û muxalefeta çekdar tewanbariya vê komkujiyê avêtin ser milê hev. Di wê navê de dîsa kesên mexdûr ên di nava 2 agiran de dimînin gelê sivîl e.  Civaka Navneteweyî li civîn û konferansan ketine û rejîm jî riya tundiyê ku ji destpêkê de hilbijartiye berdewam dike. Hêzên navneteweyî her yek ji wan li gorî bercewendiyên xwe nêz dibe û fatureya herî giran gelê Sûriyeyê dide, rojane bi dehan bi sedan tên kuştin.
Ji aliyekî din ve tevî hemû plan û civînên ku tên kirin ne plana kofî Annan a nû, ne pêşinyara Rûsyayê û ne ya welatên Rojava dikarin heta niha pêşiya tundiyê bigirin û di serî de Rûsyayê, Îran û Çînê dest ji piştgiriya rejîma Esad bernadin û hemû pêşinyarên ku rê li ber destwerdanekê vedike tên astengkirin.
Li Sûriyeyê çawa ku muxalefet parçe û belav e her wiha hêzên navneteweyî jî di mijara Sûriyeyê de pir belav in û ne xwedî yek helwestin lewra jî her ku diçe problema vê welatî aloztir dibe.