Endamên dewreyê di nava du mehan de derbarê mijarên leşkerî, siyasî û waneyên derbarê Dîroka Kudistanê, Dîroka Jin, Îdolojî, Xweseriya Demokratîk hatin perwerde kirin. Dewre bi merasîmekê bi dawî bû. Di merasîmê de şervanên nû rê û resma leşkerî pêşkêş kirin û piştre sonda parastina hermên Rojavayê Kurdistanê xwarin.


´Emê xewa wan xira bikin´

Piştre Endama Fermandariya  Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Meysaa Ebdo derbarê girîngiya rola şervanên YPG'ê û YPJ'ê di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de axivî. Meysaa Ebdo derbarê komkujiya 12'ê Adarê jî wiha got: "Piştî komkujiya 12'ê Adarê me jibo parastina herêm û deverên Rojavayê Kurdistanê hêza xwe ya leşkerî ava kir û soz didin hemû şehîdên komkujiya 12'ê Adarê û şehîdên şoreşa Rojava ku em ê xewn û hêviyên wan pêk bînin." Di dawiya merasîmê de nasnameyên YPG'ê YPJ'ê li 49 şervanên nû hatin belavkirin da ku li tugay û tabûrên herêma Kobanê bêne erkdarkirin.

KOBANÊ