Bozan diyar kir ku li hemberî wargehê siyasetek tê meşandin û got; “Di vê çarçoveyê de embargoyek li ser wargeha me heye. Nêzîkê 10 mehan e ev embargo berdewam dike. Ev embargo ji aliyê hukûmeta navendî ya Iraqê û aliyên xêrnexwaz ve hatiye danîn. Beriya niha li hemberî wargehê serî li rêbazên tundiyê û yên weke din dan. Lê ji ber berxwedana gelê wargehê bi ser neketin. Niha jî dixwazin vê yekê bi nedayina qût û pêdiviyan pêk bînin.”
Pirsgirêk anîn ziman
Bozan da zanîn ku wan xwest vê yekê bi rêya hevdîtin û danûstandinan çareser bikin û diyar kir ku ji bo vê yekê hevdîtinên wan bi rayedarên Hukûmeta Herêma Kurdistanê re çêbûne. Bozan diyar kir ku mixabin heta niha ev siyaseta li hemberî wargehê berdewam e û wiha pê de çû; “Di vê çarçoveyê de me bi rayedarên YNK’ê re hevdîtin kir. Me xwest helwesta xwe nîşan bidin. Ji ber ku wezaretên bi van karan re mijûl dibin di destê wan de ne. Ger ev pirsgirêk çareser nebe em ê weke gelê wargehê helwesta xwe bi awayên cûda diyar bikin. Ji bo vê em ê mafê xwe yê çalakiyên cûda bi kar bînin.”
Bozan anî ziman ku rayedarên YNK´ê di hevdîtinê de da zanîn ku ewê piştgiriyê bidin û dan zanîn ku di vê çarçoveyê de çi ji destê wan were ew ê bikin û soz dan.”
DÎHA/HEWLÊR