Ti tişt bi qasî şidetê nebûye çerxa wêrankirinê, li ku bêkarî, koletî, birçîbûn, bêdengî li hemberê zulmê hebe, misoger li wir şidet heye, li wir ji bo serdestiyê şidet hatiye bikaranîn. Şidet ji bo rewakirina desthilatdariyê û dewama wê ye û çavkaniya hemû pirsgirêk û kirîzan e.

Bêguman têkoşîn û xweparastin li hemberî şidetê û afirandin û avakirina sîstemeke alternatîf mafekî xwezayî ye, hem jî mafekî gerdûnî û qanûnî ye. 

Ti gel weke Gelê Kurd û ti ol weke Êzîdayetiyê, di beşeke civakê bi qasî jinê bi şidetê re rû bi rû nemaye. Bûyerên bi dehan salên bihurî û bi taybetî jî 4 salên dawî ji aliyê dewletên dagîrker û maşeyên wan "DAIŞ"ê ve têra xwe rave dike ka çi şideteke hovane li hemberî civakên Rojhilata Navîn tê birêvebirin ku ji şideta çaxa navîn jî bihuriye. 

Îro çerxa xwe-parastinê li hemberî hemû cureyên şidetê di rojeva sereke ya gelê Kurd û bi taybet jî jinên Kurd de ye. Kurdan mînaka herî xurt û bihêz pêşkeşî hemû cîhanê kir ka xweparasin çawa dibe. Hêrişên hovên DAIŞ´ê û wêrankariya ku li ser civakê birêve dibe, ji aliyekî ve wehşet û cewhera dewletekê nîşan dide ku li koka xwe ya beriya hezaran salan vedigere, lê dewama vê şidetê nişan dide ku hem baş dewlet nehatiye nasandin û hem jî mekanîzmayên li hemberê wê nehatine avakirin, êrişên Enqere û Parîsê ji aliyê çeteyên DAIŞ´ê û sponsorên wan bi tevahî îflasa dewletê nişan dide; rûyê dewletê ne tenê ji bo Kurdan aşkere bûye ku ji bilî çerxa talan, kuştin û hovîtiyê ji aliyê xweparastinê jî nikare di rewşa xwe ya qaşo herî modêrn de jî hemwelatiyên xwe biparêze ji bo wê jî mekanîzmeya ku Gelê Kurd û jinên Kurd di warê xweparastinê de bipêş xistine û ne tenê di warê eskerî de lê di warê rêxstinbûnê û sazîbûnê de jî xwe diparêze. 

Lê tişa herî zêde divê di civakê de şer û têkoşîn li dijî werê kirin, ev zêhniyeta serdestî ye ku bi şêwaza xwe ya herî çor DAIŞ e û di dewlet, civak û malbetê de bi şêwazên cuda xwe nîşan dide. Têkoşîna li hemberî şidetê di serî de bi xwenasînê destpê dike. Civak û jinêke ku xwe nas neke, dîrok, nasname û mafê xwe nas neke, nikarê li hemberî şidetê têbikoşe. Têkoşîna li dijî şidetê di serî de hawcedariya xwe bi rêxstinbûne heye, nebûna rêxistinbûnê û xwedî derneketin dibe sedema berdewamiya şidetê ji ber ku yên şidetê pêk tînin hêza xwe ji parçebûn û bê rêxistiniya jinê digirin. Îcar ev şidet ji malbatê, an jî saziyên dewletê be weke hev e. Li hemû beşên Kurdistanê şideta li dijî jinê bê navber dewam kiriye, lê ti beşeke Kurdistanê mîna Başûrê Kurdistanê nebûye. Li gorî statîstika 9 mehên bihurî û li gorî rapora desteya mafê mirovan a Herêma Kurdistanê şideta li dijî jinê ji %54´ê  zêde bûye û bi sedan jin hatine kuştin, şewitandin û xwe kuştine û xwe şewitinadine. Tenê li Hewlêrê 24 jin hatine kuştin û 1255 ji ber şidetê jinan gilî kiriye, li Silêmanî ku weke payetexta rewşenbîrî hatiye qebûlkirin 25 jin hatine kuştin, mînaka wê ya herî dawî, kuştina Sinor Omer bû,  kû ji bo demekê li strargeha jinan dima lê dema derdikeve derve di Parka Dayik li navena Silêmanî û li ber çavê her kesî bi destê mêrên malbatê tê kuştin, malbat hem dikûjê hem jî yên keça wan bin ax bikin tehdîd dike, desthilatdarên herêmê jî di bin vê gefê de û ji bo bêdengkirina jinan, tevî nerazîbûna rêxistinên jinan, şaredariyê bi tenê û bi nepenî jina ku hatiye kûştin veşart.

Tenê ji van mînakan mirov dizanê ka jin li vê herêmê di kîjan rewşa bê parastin de ne. Li herêma Başûrê Kurdistanê di serî de çavkaniya zihniyeta dewletê, jin divê baş destnîşan bikin ku di vî warî de şaşîtiyên mezin hene, hîna jî bawer dike ku desthilatdarî wê werê, pirsgirêkên jinan çareser bike tevî ku di bernameya partiyên desthiladar de jî mijara jinê û pirsgirêkên civakî nebûye rojev; bela xwe veke ji mijareke stratejîk, nebûye mijara rojane jî. Aliyeke din jî xwe bêparastin hiştina jinan û bêrêxistinbûna wan yek ji mijarên din ê ku baş li ser nehatiye rawestîn e; naxwe mêrên malbatê çewa cesaret dikin di nava kolanê de jinê bikujin yan jî bêyî ku bi nerazîbûneke cidî rûbirû bimînin ji bo cara dûyemîn dizewicin. Hewcedariya jinên li Başûrê Kurdistanê herî zêde bi rêxistinbûnê û xweparastinê heye, êdî tenê pesindayîna Gerîla û Şervanên Jin û li çepikan xistin derdê wan derman nake, divê di piratîkê de vê sempatiyê ji xwe bikin model û mînak.