Li navçeya Silêmaniyê Ranyayê bi armanca şermezarkirina dagirkirina dewleta Tirk a axa Herêma Kurdistanê xwepêşandaneke girseyî hat lidarxistin.
Çalakî pêr li ber mizgefta mezin ji aliyê Tevgera Azad û Ciwanên Welatparêz ve hate lidarxistin; xelkê navçeyê bi girseyî beşdar bû. Di çalakiyê de li ser navê Ciwanên Welatparêz Resûl Mihemed axivî û hebûna leşkerên Tirk li ser axa Başûrê Kurdistanê bi tundî şermezar kir.
‘Hatina leşkeran bi destê PDK’ê ye’
Mihemed di dewama axaftina xwe de bêdengiya li hemberî dagirkeriya Tirkiyeyê rexne kir û bêdengî weke xiyanetê bi nav kir û wiha pê de çû: “Hatina leşkerên Tirk bi desteka PDK’ê ye, ev ne cara yekem e, ev ji salên 90’î ve dewam dike. Em li vir bi tundî binpêkirina sînorên axa Herêma Kurdistanê ku hewldaneke dijminatiya gelê Kurd e, şermezar û nelet dikin.”
‘Pêwîst e rêxistinên Kurdan bibin yek’
Piştre li ser navê Tevgera Azadî Seyîd Xalid axivî û got: “Me hemûyan dît ku Tevgera Azadiya gelê Kurd dikare gel û sînorên axa me biparêze. Belê dewleta Tirk weke her dem ku çewan êrîşê destkeftî û mafê gelê Kurd kiriye, niha jî bi dagirkirina Mûsilê dixwaze vê kevneşopiya feraseta Osmanî bide dewamkirin.”
Seyîd Xalid di dewama axaftinên xwe de bang li tavahiya gel û rêxistinên Kurd kir ku li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk bibin xwedî helwêst.
Xwepêşandan bi gotina dirûşmeyên “Kurdistan axa Kurdan e, bila dijmin derbikevin” û “Dostaniya dijminan xiyaneta li hemberî Kurdan e” bi dawî bû.
KARÛX WERTÎ/ROJNEWS/RANYA