26’emîn Festîvala Navneteweyi ya Çand Kurd ji aliyê dewleta Elman ve dîsa hate qedexekirin û ji bo şermezarkirina vê yekê roja Şemiyê li bajarê Dusseldorfê mîtîngek hat organîzekirin.

Êrişên dewleta Elman ên li dijî Kurdan ne nû ne, û wisa xuyaye wê bidomin. Ji ber vê yekê divê mijar baş were nîqaş kirin û tiştên li hemberî vê neheqiyê werin kirin jî werin zêdekirin û dewlemend kirin.

Dewleta Elman, li hemberî têkoşîna gelê Kurd bi dehan salan e dijminahiyê dike. Pêwist e rêveberiya Berlînê vê dijminahiyê îzah bike rêveberiya Berlînê. Lê belê em baş dizanin ku ev mijara berjewendiyan e. Elmanya, ji bo ku daxwazên xwe bi Tirkiyê bide kirin qertê pirsgirêka Kurd baş bi kar tîne. Têkiliyên wan ên aborî û bazirganiya çekan ti carî qut nebûn. Car caran pirsgirêk derketibin jî ev ne li ser meselê esasî bûn. Têkilî her dewam dikin, ji ber ku bazirganiya di navbera dewletan de pîvanên ehleqî û însanî nas nake.

Elmanya dizane ku ji bo Tirkiyê mijara herî hessas mesela Kurd e. Dema ku bixwazin tiştekî bifroşin Tirkiyê destûr didin çalakî û aktîvîteyên Kurdan. Piştî ku Tirkiye îtîraz dike, mesele dikin mijara bazarê. Û piştî vê bazarê êrişî Kurdan dikin, di hema demê de jî tiştekî difiroşin Tirkiyê, an jî ji Tirkiyê distînin. Mekanîzmeyek wiha çêkirine. Dawiya dawî yên ku berjewendî bi dest dixe Elmanya ye, yên ku winda dike Tirkiye û yên ku dibin mexdur jî Kurd in!

Rêveberiya Berlînê, derî ji gelek kesên ku ji ber dîktatoriya Erdogan reviyane vekir. Weke ku li van mexdurên Erdogan xwedî derdikevin xwe nîşan didin. Lê li aliyê din jî alîkariyek bêsînor didin Erdogan. Her wiha êrişî Kurdan dikin. Bi vî awayî, hem li gel mexdurên Erdogan in, hem li gel Erdogan in, û hem jî êrişî Kurdan dikin.

Divê were zanîn ku, derî vekirina ji mexdurên Erdogan re ne bi niyetek baş e, ew jî hesabekî siyasî ye. Ji bo îmajê ye. Her wiha ji bo ku bi Erdogan re mijarê bazar bikin tiştek wiha dikin. Hemû planên rêveberiya Berlînê hêz didin Erdogan. Di êrişa li hemberî Kurdan de jî tiştek wisa nîşan didin ku her wekî ew tenê êrişî PKK’ê dikin. Vê yekê bi zanebûn dikin. Na, mesele êrişên li hemberî PKK ne. Mijar destek dayina dîktatoriya Erdogan e. Ji ber ku ew niha berjewendiyên xwe bi Erdogan re dibînin. Ê nikarin bêjin ‘em bi dîktatorekî re şirîk in.’ Vê yekê, bi gotina ‘em li dijî PKK’ê ne’ formule dikin. Û bi vê yekê hem civaka xwe dixapînin hem jî dixwazin derdorên demokrat ên ku ji Tirkiyê hatine Elmanya ji Kurdan dûr bixin.

Li hemberî vê yekê Kurd jî dikarin hemleyên nû bikin. Lazime rûyê rast ên hikûmetê baş were deşîfre kirin. Ev aktîvîte pêwiste li gorî qanûnan be û ji civakê re sempatîk were. Tiştên derveyî vê yekê wê xizmeta dewleta Tirk û Elman bike.

Her wiha, destekdayina dîktatoriya Erdogan ne tenê mijara Kurdan e. Ji ber vê yekê saziyên Kurd jî dikarin eniye têkoşînê berfireh bikin. Pêwiste çalakiyên girseyî yên ku herkes dikare xwe têde bibîne werin kirin. Siyaseta dewleta Elman a ku dixwaze Kurdan û bi taybet alîgirên PKK’ê tenê bihêle lazime were şikandin. Ev jî xebatên bi sazîyên sivîl, gel û çapemeniyê tê kirin. Di vî warî de saziyên sivîl ên Kurd, Tirkiyeyî û Elman dikarin rûpelên nû vekin û zextan li ser rêveberiya dewletê bikin.