Gerîlayên HPG’ê yên li Şengalê, bi wesîleya salvegera fermana 73’an merasîmeke bîranînê li dar xistin. Di merasîmê de cangoriyên ku ji bo azadiya Şengalê canê xwe feda kirin, hatin bîranîn. Ji Fermandarên HPG’ê Egîd Kelar li cihê merasîmê axivî û bal kişand ser dema hatina gerîla ji bo Şengalê û got, Şehîdên me, wê bi mîrateya ji me re hiştine her hebin. Ji ber vê yekê em timî dibêjin; şehîdên me namirin. Em êşên hatine kişandin, dayik û zarokên êş kişandine bi bîr tînin. Em ê tola vê êşa bi gelê me dane kişandin, hilînin. Ev tol hê nehatiye hilanîn, hê tê hilanîn. Ji ber vê yekê, em ê ji doh bêhtir xwe amade bikin. Erk û wezîfeyên li ser milên me hene. Çawa ku me ev gel parast, em ê azad jî bikin. Ji bo careke din ferman ranebe, HPG wê heta dawiyê vê derê biparêze. Li ku derê pêwîstî pê hebe, HPG wê li wir be. Em neçar in êşa fermanê fêhm bikin û bi vî rengî tevbigerin. Hêza HPG’ê ji bo pêşî li fermanê bigire xwe gihand Şengalê, dest li rewşê werda û pêşî li DAIŞ‘ê girt. Eger ne ji hêzên me bûya, wê di asteke girantir de ferman rabûya. Lewma HPG bi erka xwe rabû. Ev berpirsyarî da ser milê xwe. Çi ji dest hat, ew kir. Em ji vê derê, careke din hemû hevrêyên xwe yên li Şengalê şehîd bûn bi bîr tînin. “
ŞENGAL