
Li Dêrik, Cizîr, Hezex, Elk, Bismil, Erdîş, Norşînê û Pîranê Agirê Newrozê bi tevlêbûna hezaran kesan hat pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de gotin "Ji Ocalan re azadî ji Kurdistanê re statu".
DÊRIK
Li gundê Şabana yê Dêrika Mêrdînê bi tevlêbûna hezaran kesan Newroz hat pîrozkirin. Endam û rêveberên BDP'ê û Namzetên hevşaredarên BDP'ê yên Dêrikê jî tevlî pîrozbahiyê bûn. Girsê di pîrozbahiyê de bê navber siloganên "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan na be" û "Deng namûs in, namûs nayê firotin" berz kirin. Pîrozbahî li ber sitranan bi gernadina govendê bi dawî bû.
ELK
Devereke din ku Newroz lê hat pîrozkirin, Elkî bû. Li navçeya Elkê ya Şirnexê jî Agirê Newrozê geş bû. Li taxa Tatarê ya Elkê bi sedan kesan li dora agir bi def û zirneyan Newroz pîroz kir. Namzetên Hevşaredaran ên Elkê û rêveberên BDP'ê jî tevlî pîrozbahiyê bûn. Posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK'e hatin vekirin. Girseya gel bê navber siloganên "Bijî Serok Apo" qêriya.
HEZEX
Li gundê Qasrê yê bajaroka Derawa ya Navçeya Hezex a Şirnexê bi tevlêbûna sedan kesan Newroz hat pîrozkirin. Meclisa Gundê Derawa pîrozbahî amade kir û bi coşek mezin Newroz pîroz kirin. Zarok, jin, kal û pîr tevlî pîrozbahiya Newrozê bûn. Jin bi cilên xwe yên neteweyî reng dan pîrozbahiyê. Girsê bê navber siloganên "Bijî Serok Apo", "PKK gel e, gel li vir e", "Şehît namirin", "Bijî Newroz",qêriyan. Parlamenterê BDP'ê yê Şirnexê Hasip Kaplan û rêveberên BDP'ê jî tevlî pirozbahiyê bûn.
CIZÎR
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê jî pîrozbahiya Newrozê li taxa Konakê bi tevlêbûna hezaran kesan pêk hat. Bi hezaran kesên li dora agir kom bûn siloganên "Biji Serok Apo" berz kirin. Rêveberên BDP'ê, namzetên hevşaredaran û Parlamenterê BDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz amade bûn. Li vir jî posterên Ocalan û alên PKK û KCK'ê hatin vekirin. Pîrozbahî li ser sitranên şoreşgerî bi gerandina govendê dewam kir.
PÎRAN
Li navçeya Pîranê ya Amedê jî agirê Newrozê li herêma Terkanê bi coşek mezin hat pîrozkirin. Parlamenter, rêveber û endamên BDP'ê tevlî pîrozbahiya Newrozê bûn. Girse li dora Agirê Newrozê kom bûn û bi govendê heta derengê şevê Newroz pîroz kirin. Piraniha gel bi taybet jî jinên Kurd bi cilên xwe yên netewî tevlî pîrozbahiyê bûn.
BISMIL
Li navçeya Bismilê ya Amadê jî bi tevlêbûna hezaran kesan Newroz hat pîrozkirin. Girseya ku li ber buroya hilbijartinê ya BDP'e kom bû, agirê Newrozê geş kir. Girseya ku xwest di ber buroya hilbijartinê ya AKP'ê re derbas bibe, polîsan mudaxaleyî komê kir û polîsan li welatiyekî da. Di aloziya li vê derê de polîsan 2 kes binçav kirin. Her 2 kes piştî demekê serbest hatin berdan û tevgera polîsan li qada pîrozbahiyê jî dewam kir.
ERDÎŞ
Li Erdîş jî bi tevlîbûna welatiyên gund û taxan bi tevlêbûna hezaran kesan Newroz hat pîrozkirin. Bi hezaran kesan li ser sitranan govend gerand û cejna Newrozê pîrozkir. Li navçeya Norşînê ya Bedlisê jî li taxa Şirinevlerê bi tevlêbûna sedan kesan Agirê Newrozê hat pêxistin. Norşînî jî bi gerandina govendê û qêrîna sloganan cejna xwe pîroz kirin.
DÎHA/AMED