
Ji bo dawîanîna li tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û azadkirina wî, di serî de li Ewrûpayê li çar aliyên cîhanê Kurdistanî li meydanan in û çalakiyan li dar dixin.
Kurdistaniyên li paytexta Awusturya Viyanayê, li dijî tecrîdkirina şidandî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, çalakiyek li dar xist. Çalakiya li Viyanayê meşeke protestoyî bû ku ji ber avahiya Opera heta Stephanplatzê dewam kir. Di çalakiyê de dirûşmên “Bijî Ocalan”, “Ji Ocalan re azadî ji Kurdistanê re aştî”, “Bijî YPG”, “Bijî YPJ” hatin gotin û belavok hatin belavkirin. Di dawiya meşê de li Stephanplatzê mîtîngek hat lidarxistin. Di axaftinan de hem bal hat kişandin ser tecrîdkirina Ocalan û hem jî rizgarkirina Minbicê di salvegera Cejna Vejînê, 15’ê Tebaxê de, hat pîrozkirin.
Li seranserê Elmanyayê ji bo Ocalan çalakî
Kurdistaniyên li bajarê Elmanya Kasselê û derdora wê, ji bo şermezarkirina tecrîdkirina Ocalan li Konîgsplatzê civiyan û xwestin, derhal hevdîtin bi Ocalan re were kirin. Di çalakiyê de rizgarkirina Minbicê jî hat silavkirin.
Bi heman armancê li bajarê Elmanyayê Freiburgê, Meclîsa Jinê ya Nûda û Navenda Civak Demokratîk a Kurd (NCDK) li Freiburgê meşeke protestoyî li dar xist. Meşê ji meydana Zanîngeha Freiburgê destpê kir û endamên ANTÎFA û Dîe Lînke jî destek danê. Di çalakiyê de pankarta bi nivîsa ‘Ji Ocalan re Azadî, ji Kurdistanê re aştî’ hat hilgirtin. Di mîtînga li dawiya meşê de qisekeran xwest, tecrîda şildandî ya li ser Ocalan derhal were rakirin û Ocalan azad bibe.
Li bajarê Elmanyayê Bonnê Kurdistanîyan û dostên wan li dijî tecrîdkirina Ocalan meşiyan û bêdengiya cîhanê şermezar kirin. Çalakgeran ji CPT xwest, derhal heyetekê bişîne Îmraliyê.
Polîsên Elman dest werda alên YPG´ê
Li bajarê Elmanyayê Frankfurtê jî bi sedan Kurdistaniyên ji Frankfûrt, Hanaû, Offenbach û Russelsheîmê, li Kaîserstrasseyê civiyan û ber bi meydana mîtîngê ve meşiyan. Di axaftinan de hat xwestin, hevdîtina bi Ocalan re derhal were kirin. Di çalakiyê de şervanên Minbic rizgar kirî jî hatin silavkirin. Di dema meşê de polîsên Elman dest werda hilgirtina alayên YPG´ê bi hinceta ku rê li ber provokasyonan vedike.
Bi sedan Kurdistaniyên li bajarê Nurnbergê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan daketin meydanan. Kurdistaniyan belavok belav kirin û gotin, heta agahiyê ji Ocalan bigirin, ew ê çalakiyên xwe bidomînin. Di çalakiya roja şemiyê de saet di 19:00´an de komek ji nîjadperestên MHP’yî êrîşî çalakgeran kir û di bûyerê kesek birîndar bû.
Kurdistaniyên li bajarê Mannheim û eyaleta Saarlandê, li ber Europa Galeria ya bajarê Saarbruckenê civiyan. Bi qasî hezar kesî tevlî çalakiyê bûn. Di dema çalakiyê de belavoka NAV-DEM’ê hat xwendin û hat destnîşankirin, ku ji bo azadiya Ocalan ew ê 24 saetan seferber bibin.
Li Franse jî Kurdan doza azadiya Ocalan kir
Ji bajarên Franseyê Bordeaux, Toulouse û Rochefortê, bi qasî hezar kesî ji bo şermerzarkirina tecrîdkirina Ocalan li bajarê Bordeaux civiyan. Çalakgeran pankarta li ser nivîsandî “Azadiya wî azadiya me ye, ewlekariya wî ewlekariya me ye, ji Abdullah Ocalan re azadî” hilgirt û meşiyan.
Ji bajarên Marsîlya, Lyon, Avignon, Draginyan, Montpellier, Nice, Cannes û Margnanyanê zêdetirî 3 hezar kesî li ber Walîtiya Marsîlyayê civiyan û tecrîdkirina Ocalan şermezar kir. Di çalakiyê de bang li CPT û Rêxistina Efû ya Navneteweyî hat kirin, ku têkildarî rewşa Ocalan bikevin nava tevgerê. Kurdistaniyan dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ got û destnîşan kir ku heta azadiya Ocalan ew ê li ser piyan bin.
Kurdistanî û demokrat Tirkiyeyê yên li herêmên Elsas-Lorenê, tevî endamên Komeleya Dostaniya Kurd Fransa, li meydana Place Kleber a li bajarê Fransa Strasbourgê civiyan. Di çalakiyê de bang li CPT, Konseya Ewrûpayê, Yekîtiya Ewrûpa û saziyên din ên navneteweyî hat kirin ku li hemberî tecrîdê bikevin nava tevgerê.
Civaka Kurd a li Awûstûralyayê got, “ji Ocalan re azadî”
Li ser banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurdistanê (NAV-KURD) a li eyaleta Victoria ya Awustralyayê û bi desteka Yekîtiya Jinên Kurd li Victoria û koma dostaniyê ya bi navê Australians For Kurdistan, Kurd roja şemiyê li ber Pirtûkxaneya Eyaletê ya li navenda bajarê Melbourneê civiyan û daxwaza azadiya Ocalan kirin.
Nûnerên saziyên Kurd li çalakiyê axivîn û jinan biyografiya Ocalan xwend. Li ser navê dostên Kurd ên Awûstûralyayî Dave Holmes peyivî, bal kişand ser binpêkirina mafên mirovan û komkujiyan, û destnîşan kir ku ji bo pêkhatina aştiyê divê Ocalan azad bibe.
Dengê “ji Ocalan re azadî” li Swêdê olan da
Kurdistaniyên ji çar parçeyên Kurdistanê, li Parka Humlegarden a li paytexta Swêdê Stockholmê civiyan û ber bi navenda bajêr ve meşiyan. Bi sedan beşdarên çalakiyê alên PKK, KCK, PYD, YPG/YPJ, PJAK û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hilgirtin. Piştî meşê li meydana Norrmalmstrongê mîtîngek hat lidarxistin, dewleta Tirk hat şermezarkirin û daxwaza azadiya Ocalan hat kirin.
Li Helsinborgê jî bi qasî 200 Kurdistaniyî li meydana Storatorgetê kom bûn û tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir. Seroka Rêxistina Partiya Çep a Bajarê Helsinborgê Claudia Valesques îşaret bi tecrîdê kir û got, ev yek ne ya qebûlkirinê ye. Valesqûes xwest, li Kurdistan û Tirkiyeyê hevdîtinên ji bo aştiyê ji nû ve destpê bikin û PKK ji nava lîsteya ‘rêxistinên terorîst’ were derxistin. Di dema xwepêşandanê de komek ji ciwanên Kurd wêneyên Ocalan bi Keleha Helsinborgê ve kir.
Kurdistaniyên li bajarê Orebroyê jî roja şemiyê li meydana Storatorgetê xwepêşandaneke girseyî li dar xist. Di xwepêşandanê de wêneyên Ocalan, alên PKK, YPG û YPJ’ê hatin hilgirtin û daxwaza azadiya Ocalan hat kirin.