Di çarçoveya bernameya hilbijartinê ya derveyî welat a HDP’ê de, bi beşdariya parlamenterê Stenbolê Tûrgût Oker roja Şemiyê li bajarê Elmanya Hambûrgê panelek hat lidarxistin. Di panela li Navenda Çanda Elewiyan a Hambûrgê de, ku moderatoriya wê rêvebera SKB ya Hambûrgê Hatîce Kar kir, tevî Oker Hevserokê NAV-DEM’ê Yuksel Koç jî weke qiseker amade bû.
Hevserokê NAV-DEM’ê Koç di axaftina xwe ya bal kişand ser girîngiya dengên li Ewropayê werin bikaranîn û banga dengdayînê li hilbijêrên li Ewropayê kir.
Parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê Tûrgût Oker dûre mafê axaftinê wergirt û bal kişand ser girîngiya yekîtî û hevgirtinê. Oker anî ziman ku HDP îro gelekî xurttir e û da zanîn ku piştî 1’ê Mijdarê wê Tirkiyeyeke nû derkeve holê.
Bi rojeva hilbijartinê civiyan
Jinên Kurd ên li herêmên Vîllîer le Bel, Grîgny û Champîgny ên Parîsê dijîn, li ser mijarên HDP û hilbijartinê, civîn lidar xistin. Di civînê de pêvajoya hilbijartinê, rojeva siyasî û şêweyên tevlîbûna jinê li xebatên hilbijartinê û dengdayînê hatin nirxandin. Jinên ku li bajarên mezin xebatên hilbijartinê dimeşînin, ji bo tevlîbûna aktîf a jinan li dengdayînê, zend û bend badan. Jinan da xuyakirin ku bi taybetî divê jin li hemberî dîktatoriya Erdogan têbikoşin û destnîşan kirin ku desthilatdariya bi tena serê xwe ya Erdogan xwîn, zilm û hîn bêhtir qetilkirina jinan e.
Li Evry-Melûn şahiya HDP’ê
Navendên Civaka Demokratîk ên li bajarên Fransa Evry û Melûn, Meclîsa Jinê ya
Navendên Civaka Demokratîk ên li bajarên Fransa Evry û Melûn, Meclîsa Jinê ya Şehîd Çîçek Botan û Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk ji bo piştgirîdayîna HDP’ê şahiyek lidar xistin. Di şahiyê de Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Huda Kaya jî amade bû.
Parlamenter Kaya, Hevseroka Meclîsa Evry Lamîa Seven, endamê Koordînasyona HDP’ê ya Fransayê Yûsûf Şahîn, endamê Komîsyona HDP’ê ya Evry Xudada Sari axivîn. Her wiha Hozan Sara, Hozan Siddik û grûp RaPars jî derketin ser dike.
Li Strasbourg dezgeha nasandina HDP’ê
Li bajarê Strasbourg ê Fransa bi armanca nasandina HDP’ê, pêr dezgehek hat danîn. Pêkhateyên HDP’a Strasbourgê li Place Kleber dezgeh danîn, belavokên bi Fransî û Tirkî belav kirin. Aktîvîstên Tevgera Jinên Kurd dewamkirina çalakiyê doh dewr girt.
Çalakî rastî eleqeyeke zêde hat, jinan jî der barê HDP’ê de agahî dan. Di çalakiyê de der barê Danezana Jinan a Hilbijartinê ya HDP’ê de jî agahî hat dayîn.
Li Stockholmê buroya hilbijartinê
Li semta Sollentûna ya paytexta Swêdê Stockholmê, buroya hilbijartinê ya HDP’ê hat vekirin. Buro bi merasîmekê, bi beşdariya Kurd, Tirkiyeyî û Elewiyan hat vekirin.
Kurdistanî û dostên wan ên li ber buroyê civiyan, li ber stranên HDP’ê yên hilbijartinê govend gerandin.
Parlamenterê berê yê HDP’ê yê Wanê Ozdal Uçer jî di merasîmê de amade bû, piştî merasîmê civînek hat lidarxistin. Nûnerê HDP’ê yê Swêdê Hasan Bozlak di axaftina xwe de diyar kir ku Erdogan û hikûmeta AKP´ê, piştî têkoşîna xwe ya li hemberî HDP’ê, berê xwe dan polîtîkaya şer û biryar dan ku hilbijartineke din bê kirin.
Parlamenterê berê yê HDP’ê Ozdal Uçer jî bal kişand ser rewşa jeopolîtîk a Tirkiyeyê û da zanîn ku tevî ku welatekî ji aliyê berhemdariya xakê û çavkaniyan ve dewlemend e, bi sed hezaran Kurd, Ermenî, Tirk, Asûrî-Suryanî ev xak terikandine û divê bersiv ji pirsa, ‘tevî vê dewlemendiyê jî çima hatiye terikandin?’ bê dayîn.
Endamê Desteya Rêveber a Federasyona Yekîtiyên Elewiyan li Ewropayê Ozanê Gel Alî Çagan jî diyar kir ku berpisryarê şerê ji nû ve li Tirkiyeyê destpê kiriye dewlet e û destnîşan kir ku weke rêxistinên Elewiyan wan biryar daye ku di hilbijartinên 1’ê Mijdarê de destekê bidin HDP’ê. Piştî axaftinan, Parlamenterê berê yê HDP’ê Ozdal Uçer bersiv da pirsên beşdaran.
NAVENDA NÛÇEYAN