Navenda Çapemeniya YPG’ê û Navenda Çapemeniya Odeya Çalakiyan a Burkan El-Firat derbarê 24 saetên dawî yên operasyonên ku li Kantonên Kobanê û Cizîrê de, daxuyaniyek da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de derbarê şerên li herêma Cizîrê hat bibîrxistin ku hemleya Fermandar Rubar Qamişlo ya bi armanca rizgarkirina gund û bejahiya rojavayê Kantona Cizîrê, di roja xwe ya 32’yemîn de serketî dewam dike û wiha hat gotin: “Hêzên me li aliyekî di çarçoveya merhaleya duyemîn a hemleya me de pêşveçûna xwe ya ber bi bajarok Sulûk ve dewam dikin, li milê din jî li hemberî êrîşên çeteyan ên li ser navenda bajara Hesekê berxwedaneke bêhempa raber dikin.”


Ber bi Sulûkê ve diçin

Navenda Ragihandina YPG´ê diyar kir ku hêzên wan pêr bi şev li qadên 14 km dûrî rojhilat û rojhilatê bakur bajarokê Sulûk operasyoneke nû li dar xistine û di encama vê operasyonan de hêzên wan gundên Sara, Bîr Asî, Mihêsin, Keysum, Reqebe, 4 gundik û girekî stratejîk ji çeteyan paqij kirin. Di daxuyaniyê de hat gotin, gelek çek jî hatine desteserkirin. Daxuyaniyê wiha dewam kir: “Di pevçûnên li van qadan de bi dehan endamên çeteyan hatin kuştin. Hêzên me tevî 4 termên çeteyan dest danîn ser 7 kilêş, yek BKC, 2.000 fîşekên BKC, 3 guleyên roketavêja B7 û gelek amûrên leşkerî yên çeteyan.

5 rêhevalên me yên ku bi tevlîbûna xwe ya peşeng û bi wêrekiya xwe di pêşketine operasyonê de bi rolekî girîng rabûn, gihîştin şehadetê.”


Çeteyan teqwiye şand

Her wiha Navenda YPG da xuyakirin ku doh jî operasyonên wan li heman herêmê dewam kirin û danê nîvro gundê Camus ê 13 km li rojhilatê Sulûkê, ji çeteyan hatiye rizgarkirin. Daxuyanî wiha pê de çû:” Li vî gundî qasî hatiye zelalkirin 7 endamên çeteyan hatin kuştin û 2 termên çeteyan ketin destê hêzên me.

Çeteyan şeva bihurî li hemberî hîn noqteyên stratejîk ên li milê rojhilat ê çiyayê Kezwanan êrîşekî berfireh dabû destpêkirin û hêzên me ev êrîş pûç kiribûn. Şevê din çeteyan li heman herême êrîşeke nû li dar xist. Çeteyan girêdayî êrîşên xwe yên li ser navenda bajarê Hesekê, pirr hewil da ku vê qada dikeve başûr rojavayê bajêr bistînin, lê ev êrîşa wan jî hat pûçkirin. 2 êrîşên çeteyan ên li ser hevdu ên bi piştgiriya çekên giran û bi hêzên teqwiye ku ji Şeddadê û Reqqayê anîbûn, ji aliye hêzên me ve hatin şikandin. Di van pevçûnan de bi dehan endamen çeteyan hatin kuştin û 2 maşîneyên leşkerî yên çeteyan jî hatin derbkirin.”


Li Kobanê 2 gund hatin rizgarkirin

Di dewama daxuyaniyê de têkildarî operasyonên li herêma Kobanê jî ev agahî hatin dayîn: “Berxwedana bi armanca ku çeteyên DAIŞ’ê ji Kobanê bi temamî paqij bikin tê meşandin, di roja xwe ya 265’an de dewam dike.” Her wiha YPG da xuyakirin ku pêr hêzên wan li başûr rojhilatê Kobanê operasyoneke nû li dar xistine û wiha hat gotin: “Operasyona ku bi armanca rizgarkirina gundên Çortenekê Mezin û Bîrevdê yên di bin dagirkeriya çeteyan de bûn, hat destpêkirin, bi awayekî serkeftî bi encam bû. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan a di vê operasyonê de nehatiye zelalkirin. Hêzên me di çarçoveya xebatên lêgerînê yên li van gundên rizgarkirî, doçkayek 12,5 mm û 100 fîşekên vê çekê bi dest xistin.

Komên çeteyan li hemberî gundên Cirin û Korik ên li rojhilatê Kobanê êrîşek lidar xistin. Êrîşên çeteyan ên gundê Korik hatine şikandin û çete neçar man ji qadê birevin. Li vê qadê bi qasî hatiye zelalkirin 7 endamên çeteyan hatin kuştin.” YPG´ê da zanîn ku 5 termên çeteyan û gelek cebilxane jî desteser kirine.

Daxuyanî weha bi dawî bû: “Li başûre Kobanê, li gundên Ernê û Kirat, dîsa li qadên Girê Hecî, Girê Reş û Girê Dîcle di navbera hêzên me û komên çeteyan de pevçûn qewimîn. Pevçunên piştî êrîşên çeteyan destpê kirî hîn jî cih bi cih dewam dikin.Di pevçûnên 24 seatên dawî de 6 rêhevalên me yên ku bi wêrekî û fedakariyeke mezin şer dikirin, gihîştin şehadetê.” 


Burkan El-Firat gundek rizgar kir

Navenda Çapemeniya Odeya Çalakiyan a Burkan El-Firat bi daxuyaniyekê diyar hêzên wan gundê Çortanek a 60 kîlometran dikeve başûr rojhilatê Kobanê piştî şer û pevçûnên dijwar ji çeteyan rizgar kir. Navendê destnîşan kir ku di pevçûnan de herî kêm 7 çete hatin kuştin hatin kuştin. her wiha çekek doça 12.5, topek 23 û miqdarek çekên sivik û cebilxane hatin destserkirin. 


 ANHA