Kurdistanî û dostên wan tecrîdkirina Ocalan, dagirkeriya dewleta Tirk û helwêsta DYE´yê li dijî rêveberên PKK´ê li seranserê dinyayê li cihê lê dimîne protesto kir. Di çalakiyên dawiya hefteyê de peyama xurtkirina têkoşînê hat dayîn.

Tecrîdkirina Ocalan û biryara Emerîkayê ya li dijî rêveberên PKK’ê, li gelek bajarên Ewrûpayê û li bajarê Awusturalyayê Sydneyê hatin şermezarkirin.

Li paytexta Elmanya Berlîn, bajarên wê Stûttgart, Hambûrg, li bajarê Awusturyayê Bregenzê, li paytexta Yewnanistan Atîna, li Paytexta Fransa Parîs, li paytexta Belçîkayê Brukselê, li bajarê Swîsre Zurichê jî çalakiyên protestokirina tecrîda giran a li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û biryara DYE’yê ya li dijî sê rêveberê PKK’ê û KCK’ê, Cemîl Bayik, Dûran Kalkan û Mûrat Karayilan hebûn.

BERLÎN: Meclîsa DEST DAN a Jinan, NAV-DEM Berlîn, PYD Berlîn, HDK Berlîn, NAVYEK, Meclîsa Jinan a ESEDA Êzîdî, Ciwanên Şoreşger, Însyatîfa Azadiya Dersimê û CÎK beşdarî çalakiya li Berlînê bûn û êrişên dewleta Tirk ên li dijî rojava û biryara DYE´yê şermezar kir.

STUTTGART:

 

Bi heman armancê li bajarê Stûttgartê jî li ser banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) bi sedan kes hatin ba hev li Lautenschlager Strasseyê meşek li dar xist. Di meşê de dirûşmên dilsoziya bi Ocalan re hatin gotin û çalakgeran qedexekirina PKK’ê jî şermezar kir. Koma çepgir a bi navê ‘Lilo Herrmann Haus Alîkariya Yekem a Antîfaşîst’ jî piştgirî da meşê.

HAMBURG: Meşê ji pêşiya avahiya parlamenê dest pê kir û heta pêşiya Sefaretxaneya DYE’yê dewam kir. Kurdên ji bajarên Bremen û Kîelê jî hatin beşdarî meşê bûn. Çalakgeran dilsoziya bi Ocalan re îfade kir, û tecrîd, biryara DYE û êrişên dewleta Tirk şermezar kir.

PARÎS: Li paytexta Fransa Parîsê jî mîtîngek hate kirin. Di mîtînê de biryara DYE´yê hat protestokirin. Hevserokê CDK-F’ê Vedat Bîngol û Berdevka TJK-F Bêrîvan Firat axivîn. Bîngol çalakiya Leyla Guven a greva birçîbûnê ya ji bo Ocalan silav kir û got: “Gelê Kurd dev ji xeta xwe beranade. Bi berxwedanê em li ser lingan mane.”

Berdevka TJK-F jî destnîşan kir ku hewldana ku ji ber berjewendiyên jeopolîtîk ku dixwazin gelê Kurd bikin qurbanî, wê têk biçin û got, “Tevgera Azadiya Kurd, hêza xwe ji gelê xwe, ji rêbertiya xwe, pêşengên xwe û gerîlayên xwe yên qehreman digire.”

BRUKSEL:

   

Li paytexta Belçîka Brûkselê jî li pêşiya Gare Central mîtîngek hate kirin. Di mîtîngê de DYE û dewleta Tirk hate protestokirin. Di çalakiyê de dirûşmên dilsoziya bi Ocalan û PKK’ê re hatin gotin.

ZURICH:

   

Li bajarê Zurîh ê Swîsreyê jî bi heman armancê mîtîng hate kirin. Mîtînga li ser banga NCDK´ê li Meydana Rathausê hate kirin û bi sedan kes beşdarî. Di çalakiyê de belavokên ku nerazîbûnê nîşanî tecrîda giran a li ser Ocalan û biryara DYE’yê didin hate belavkirin. Di dewama çalakiyê de li ser navê saziyên cuda axaftin hatin kirin.

ATÎNA:

   

Meşê bi beşdariya tevgera sosyalîst, anarşîst, komên ji partiya Syrîza a ji desthilatê qûtbûyîn û Kurd, ji zanîngeha Holteknîk a Atînayê dest pê kir. Çalakgera heta bi pêşiya Sefaretxaneya DYE’yê meşiyan û biryara wê ya li dijî sê rêveberên PKK’ê û KCK’ê jî şermezar kir.

BREGENZ: Bi armanca balê bikişînin ser tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Bregenzê dezgeha ji Ocalan re azadî hate vedan û belavok hatin belavkirin. Berdevka NCDK a Gotzisê, Nesîn Dersim li dezgehê axivî û got, “Em gelên li herêma Bregenzê, heta tecrîd bi dawî bibe, çalakiyên me wê dewam bikin.”

SYDNEY: NCDK´ya Syndneyê jî çalakiyek li Hyde Parkê bi beşdariya gelek kesan li dar xist. Hevserokê NCDK´ya Syndeyê, Brûsk Aîverî diyar kir ku komploya li dijî Ocalan bi polîtîkayên tenêhiştinê dewam dike. Aîverî bal kişand ser biryara Amerîkayê ya li dijî sê rêveberên PKK’ê û got, ev biryar nîşaneya dewamkirina komploya navneteweyî ye.”

Endama Komîsyona Jinê ya NCDK´ya Sydneyê Mîra Îbrahîmî jî diyar kir ku CPT bi bêdengiya xwe ya li pêşberî tecrîdê, bûye şirîkê sûcê li dijî mirovahiyê.

 

 NAVENDA NÛÇEYAN