Li navçeya Mêrdînê Nisêbînê ku li 4 taxan qedexeya derketina derve hatibû îlankirin, qedexe li tevahiya navçeyê hate belavkirin.  Ji roja ewil heta niha li taxên Firat, Dîcle, Yenîşehîr û Abdulkadîr Paşayê berxwedana gel dewam dikir û niha berxewdana gel li taxên Qişle û Zeynelabîdînê jî geştir dibe. Gel li herdu taxan barîkat danîn û nehiştin hêzên dewletê bikevin kolanan. 
Piştî ku li navçeyê qedexe hate îlankirin wesayîtên zirxî li ber kolan û cadeyan hatin bicihkirin û êrîşî gel tê kirin. Gel li dijî êrîşan dirûşmên „Bijî berxwedana Nisêbînê“ „Bijî Serok Apo“ berz dike û çalakiya dengderxistinê pêk tîne. 



Emîre Gok hate definkirin

Li navçeya Mêrdînê Nisêbînê tîmên taybet li taxa Girnewasê dayika 4 zarokan Emîre Gok (39) pêr qetil kiribû. Cenazeyê Gok doh ji aliyê malbat û Rêveberên HDP û DBP’ê ve li gundê Bawernê hate definkirin.  Cenaze li ber gotina dirûşma „Bijî berxwedana Nisêbînê“ hate definkirin.


Polîsan zarokê 11 salî qetilkirin

Li taxa Karşiyaka ya navçeya Şirnexê Sîlopiyayê jî di encama gulebarana li dijî malê de zarokê bi navê Mehmet Mete yê 11 salî hate qetilkirin.  Li taxa Karşiyaka ya Sîlopiyayê êrîşên li dijî gel di roja 8’emîn de ne û tîmên taybet, leşker û polîsan êrîşî malekê kir û di encama êrîşê de zarokê bi navê Mehmet Mete qetil kir.


Bi tankan êrîşî Cizîrê dikin  

Li navçeya Şirnexê Cizîrê ku ev 9 roj in, rêveberiya awerte lê hatiye îlankirin, hêzên dewletê nikarin berxwedana gel bişikînin û bi rojan e bi wesayîtên zirxî taxan gulebaran dikin, vê carê jî bi tankan êrîşî taxan dikin. Li taxa Cûdî ku bi rojan e bi êrîşê re rû bi rû ye, tankên ku li Girê Caferî Sadik hatine bicihkirin, dixwazin bikevin taxê. Topebarana leşkeran a bi tankan ji aliyê kameraya DÎHA’yê ve hate kişandin. Di encama topebaranê de gelek mal xira bûn û Lîseya Anadolu ya Reşha ya Taybet û trafoya elektrîkê ya taxê jî şewitîn. 
Ji ber topebaranê welatiyên ku diçin qadên jor ên taxê jî ligel êrîşan bi dirûşm û tîlîliyan li ber xwe didin. Welatiyên ku li ber xwe didin ligel êrîşan dibêjin ew ê taxên xwe bernedin û li ber xwe bidin.



Berxwedana Kerboranê 

Li navçeya Mêrdînê Kerboranê, êrîşên dewleta Tirk di roja 12. de didomin. Berxwedana gel a li pişt bendan jî dewam dike. Tevî qedexeya derketina derve jî bi sedan kes ber bi taxa Safayê ve meşiyan. Hêzên dewleta Tirk li cihekî nêzî taxê pêşî li gel girt û destûr neda ku bimeşe. Li pişt bendan gelê Kerboranê dirûşimeyan diqîre û agir dadaye. Her wiha bi dirûşmên “Bijî berxwedana Kerboranê” dengê çekan bê bandor dikin.  


 MÊRDÎN/ŞIRNEX