Li bajarê Serêkaniyê bi boneya vekirina navenda Hêzên Parastina Civakî şahiyek bi amadebûna dehan kesî û saziyên civaka sivîl hate lidarxistin.

Şahiyê bi merasîma leşkerî dest pê kir, piştre fermendarê Hêzên Parastina Civakî Bijar Dêrik axivî û diyar kir ku  pêwist e her bajar hêza parastina bajarê xwe ava bike. Dêrîk di dewama axaftina xwe de destnîşan kir ku cihê parastin lê tunebe êrîş, talan û koçberî diqewime.

Piştre li ser navê Hêzên Parastina Civakî, Sûriya Mihemed û li ser navê Meclîsa herêma bajar Xalid Xelo vekirina navendê li tevahî endamên Hêzên Parastina Civakî pîroz kir û teqîna li bajarê Hesekê şermezar kir.

Navenda Hêzên Parastina Cewherî ji aliyê dayikên şehîdan ve hate vekirin..


  ANHA/SERÊKANIYÊ