Di bin banê Şaredariya Navçeya Sûrê ya Amedê de gelek karên hûnerî tên meşandin. Heta niha gelek kurs û çalakiyên hûnerî ji bo jin, zarokên penaberan û kesên girrê tiryakê li wan ketî, li dar xistiye. Yek ji van çalakiyên hûnerî jî li gundên girêdayî Navçeya Sûrê dayîna kursa tenbûrê ye. Şaredariya Sûrê yekem kursa xwe ya hûnerî li gundê Kabê vekir. Cihê kursê, saz û mamoste ji aliyê şaredariyê ve hatin amedekirin. Beriya bi 4 meh û nîvan kursa tenbûrî li gundê Kabê dest pê kir. 


'Em ê hewil bidin hûnerê bigihîjînin her deverê'

Berpirsyarê Mala Çand û Hûnerê ya Şaredariya Sûrê Yilmaz Kurttekîn diyar kir ku li gundan bi qasî bajaran derfeta gihiştina hûnerê nîne, wan xwest hûnerê bigihîjînin gundan. Kurttekîn da zanîn ku wan bi şîara "Civak bi hûnera xwe heye" dest bi vî karî kiriye û got: "Qasî ji destê me bê em ê hewl bidin hûnerê bigihîjînin her deverê. Bila di her malê de enstrumanek hebe." Kurttekîn anî ziman ku projeya wan a 5 salan heye ku li gunê Kabê kursa tenbûrê bidin û wiha peyivî: "Ev 4 meh û nîv in ku em kursê didin. Me bawer nedikir ku evqas daxwaz hebe. Me bi 5 kursiyeran destpê kir û hejmar gihişt 25 kesan. Em rojên sêşem û pênçşeman rojê du saetan dersê didin." Kurttekîn got, havînê kursiyerên wan kêm dibin û wiha peyivî: "Bi pêşketina pergala kapîtalîst re qasî ku gundî dixwazin berhem ji zeviya xwe nagirin û neçar in li herêma Rojavayê Tirkiyeyê bixebitin. Ji bo vê jî havînan kursiyerên wan diçin kar." Kurttekîn da zanîn ku zivistan û payîzan de tevlîbûna kursan zêde dibe û niha jî ji ber daxwaza zêde wê zivistanê 2 kursan bidin destpêkirin. Kurttekîn destnîşan kir ku eger daxwaz ji bo kursên gîtar û defê hebin, dê kursên gîtar û defê jî bidin. Kurttekîn diyar kir ku ew kursa ji bo fêrbûna tenbûrê 6 mehan didin û wiha axivî: "Piştî 6 mehan, dersa profesyonel tê dayin." Kurttekîn bang li hemû rêveberên herêmî kir ku hewl bidin hûnerê bigihîjînin gundê ku derfeta bipêşxistina hûnerê li wan kêm e. 


'Ez dikarim bi notayê li tenbûrê bidim'

Kursiyerê bi navê Ozan Guger (12 salî) destnîşan kir ku dema ew hat kursê nikaribû rahêje tenbûrê û got: "Me cara yekem dersa teoriyê girt û niha ez dikarim bi notayê li tenbûrê bixim. Ez ê îsal herim refa 5'emîn a dibistanê. Destpêkê min nikaribû rahêjim tenbûrê, lê ez niha li tenbûrê dixim. Me destpêkê dersên teoriyê girtin û niha ez bi notayê dikarim li tenbûrê bixin." Guger anî ziman ku ew li mal jî 2 ta 3 saetan li tenbûrê dixe û wiha axivî: "Di dema xwe ya vala  de jî ez alîkariya bavê xwe dikim. Ew hostayê boyaxê ye. Ez jî bi wî re karê boyaxê dikim." 


'Bila malbat pêşiya keçên xwe negirin'

Kursiyara bi navê Merve Bora (16 salî) jî destnîşan kir ku dema ew hat kursê bawer nedikir ku fêrî lêxistina tenbûrê bibe, lê ew niha dikare bi notayan li tenbûrê bixe û got: "Ez dixwazim bi kesên hûnermend  re ku ez ji wan hez dikim, li tenbûrê bixin. Ez dixwazim di demê pêş de bi Halît Bîlgînç re li sazê bidim." Bora destnîşan kir ku ew di demê xwe yê betaliyê de ji bo alîkariya aborî ya malê diçe kar, an jî alîkariya dayika xwe dike. Bora diyar kir ku ew 15 kursiyer in û tenê 6 ji wan jin in û wiha peyivî: "Em jin kêm in, ji ber ku di gund de hişmendiya paşverû heye, dibêjin 'divê jin ji malê dernekevin'. Li gund jin diçin kar û pere ji malê re tînin. Gelek malbat jî hene ku keçên xwe nadin xwendin." Bora bang li wan malbatan kir ku pêşiya keçên xwe digirin, û wiha axivî: "Bila malbat pêşiya keçên xwe negirin. Êdî ev hişmediya paşverû li paş maye. Bila keç derkevin derve û tevlî civakê bibin." 

Kursiyerê biçûk ê bi navê Tîrêj Akbalik (9 salî) diyar kir ku ew ji tenbûrê hez dike ji ber wê jî hatiye kursa tenbûrê.  


 DÎHA/AMED