Di serê sala perwerdehî û hîndekariya nû de li Amed, Gever û Cizîrê dibistanên Kurdî dest bi dayîna dersan kirin û niha wê tiştên nû  lê bên zêdekirin.  Dibistanên ku bi xwe re nîqaşên perwerdehiya zimanê dayikê jî anîn, piştî pêvajoyeke zehmet, xebatên xwe berdewam dikin û niha tê plankirin ku li bajarên din jî dibistanên nû bên vekirin. Hevserokê KURDÎ-DERê Alî Erdemîrcî diyar kir ku di 2015’an de di serî de di veguhestin û danûstendinê de wê di her qadê de  derbasî jiyana pirzimanî bin.


Wê dibistanên nû bên vekirin

Erdemîrcî got ku di serê sala perwerdeya nû de 3 dibistan hatine vekirin û niha plan dikin ku dibistanên nû vekin û got: “Lê ne zelal e ku em çend dibistanan vedikin. Di mijara çareseriya pirsgirêka Kurd de yek ji pêngavên herî girîng perwerdehiya zimanê dayikê ye û divê bikeve bin ewlehiya qanûnî. Heta pirsgirêka zimanê dayikê neyê çareserkirin ev rewşa fîîlî wê bidome.”


Divê bi fermî werin naskirin

Erdemîrcî bi lêv kir ku dewletê destûr nedaye wan û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dewleta ku li dibistanê tespîta kêmasiyan kir divê carekê bêje ‘Hûn dikarin  perwerdeya Kurdî bibînin’ ku piştre bêje ‘Kêmasiyan bînin cih’. Di aliyê prosedurê de destûr nedan ku ji me re bêjin kêmasî hene. Dibêjin vê bikin wê bikin. Ev baweriyê nade.  Derfetên me tine bin, ku derê ji me re di cih de em ê wir ji xwe re bikin cihê perwerdeyê. Ger şertan haîz nabînîn wê demê piştgiriya xwe bide.  Lê niha bi rastî jî li dibistana me tiştekî ku haîz be nîne. Avahî ji xwe ji bo perwerdeyê hatiye çêkirin.”


Bersiv ne hatiye dayin

Erdemîcî diyar kir ku piştî lêkolînên kirine ne bersiva erênî û ne jî ya neyênî hatiye dayîn. Erdemîrcî wiha got: “Ne erênî û ne neyênî bersiv dan. Herî dawî ew jî razî bûn û niha dibistana me vekiriye. Nêzîkatiyên destpêkê tine lê qebûl jî nekirine. Sala pêş em nizanin wê çi bibe. Em nizanin ku wê bigihêje statuyek nû yan na.  Sala pêş em ê dibistanan zêde bikin. Ev dibe li Qers, Erzirom, Erzîngan û Dêrsimê be. Em li gorî derfetên xwe hesaban dikin. Me biryar nedaye lê em li metropolên mezin cihên ku Kurd zêde ne vekin.”

Erdemîrcî bi lêv kir ku perwerdeya zimanê dayikê divê bigirin bin ewlehiya qanûnî. 


Pirsgirêka me ya alavan tune ye 

Erdemîrcî destnîşan kir ku hê pergaleke perwerdeyê ava nekirine û got: “Polîtîkayeke me ya perwerdeyê heye. Di mijara metaryalan de pirsgirêk tine. Polîtîkayeke me heye lê hê me pergala perwerdeyê ava nekiriye. Metaryal û modela me ya ku xebatên dersê bên meşandin heye.  Li dibistanan mufredatek diyar heye. Ji pola çaran şûn ve em ê dersa Tirkî bidin ber xwendekaran. Ji bo bi hêzbûna kadroya perwerdeyê plan û bernameyên me hene. Hêviya me ev e ku pisgirêk bên çareserkirin.

Materyalên perwerdeyê Kurdî Der û TZP Kurdî bi hev re amade dikin. Niha pirtûkên pola duyem tên amadekirin. Pêşnûmeyên polên din jî amade ne. Li ser modela perwerdeyê jî lêkolîn didomin.  Nîqaşên modela du perwedeya du ziman heye. Lê niha em bi zimanê Kurdî perwerdeyê didin.”

Erdemîrcî wiha dawî li axaftin xwe anî: “Em sala 2015’an wek pêngav dibînin. Em ê li hemû saziyên xwe pir zimaniyê pêş bixin.  Di her qada jiyanê de em ê Kurdî bikar bînin. Tabela wê bên guhertin. Em ê ji sazî û şaredariyên xwe piştgiriyê bixwazin.”


NÛDEM ATEŞ/DÎHA/AMED