
Operasyona Rizgarkirina Reqayê, ku 6’ê Hezîranê ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ve hate destpêkirin, dewam dike. Şervanên QSD’ê zêdeyî nîvê bajêr rizgar kirine. Di navbera şervanan û çeteyên DAIŞ’ê de şerekî dijwar diqewime.
Li gorî agahiyên herî dawî yên ji Reqayê hatine ji doh danê sibehê ve şerên dijwar diqewimin. Li taxa Rewdayê, di şer de 23 çete hatin kuştin. Şervanan her wiha wesayiteke bombebarkirî teqandin. Li vê taxê, di şer de şervanekî QSD’ê şehîd bû, şervanek jî birîndar bû.
Li taxa Mansûrê, di şer de 12 çete hatin kuştin û termê çaran ji wan tevî çekên wan ketin destê şervanan. Çeteyan her wiha hewl dan bi wesayiteke bombebarkirî êrîşê bikin. Şervanan bêyî ku wesayit bigihêje hedefa xwe bê têsîr kir. Li vê derê çekeke doçka ya ji 23’an hate îmhakirin. Li vê taxê di şer de şervanekî QSD’ê şehîd bû, 4 şervanên QSD’ê jî birîndar bûn.
Li taxa Reşîdê jî 15 çete di şer de hatin kuştin. Cenazeyên şeşan ji wan tevî çekên wan ketin destê şervanan û li heman taxê wesayiteke bombebarkirî ya çeteyan ji dûr ve hate teqandin. Li vê taxê şervanekî QSD’ê şehîd bû, 3 şervan jî birîndar bûn.
Li her taxê tên kuştin
Li taxa Berîd a li bakur rojavayê bajêr jî şerekî giran qewimî. Li vir 5 çete hatin kuştin, cenazeyên 2 ji wan tevlî çekên wan ketin destê şervanan. Li taxa Berîdê jî şervanekî QSD’ê şehîd bû û şervanek jî birîndar bû.
Di şerê li taxa Nehdayê de jî 17 çete hatin kuştin, termê 9’an ji wan ketin destê şervanan. Çeteyan xwestin wesayiteke bombebarkirî li nava şervanan biteqînin, lê şervanan wesayit ji dûr ve îmha kirin. Li taxê di şer de 2 şervanên QSD’ê şehîd bûn, 2 şervan jî birîndar bûn.
Li taxa El Diriyayê jî di şer de 7 çete hatin kuştin û cenazeyên 5’an ji wan tevlî çekên wan ketin destê şervanan.
Li taxa Nezlet Şehadê jî, çeteyan êrîşî çeperên şervanan kir. Di şer de 14 çete hatin kuştin, cenazeyên 8’an ji wan li erdê man.
Doh danê sibehê, li nêzî Nexweşxaneya Zarokan a li taxa Nezlet Şihadê wesayiteke bombebarkirî ya çeteyan hate rûxandin. Di encama teqînê de 2 çete hatin kuştin.
Zarokek mir û 2 birîndar bûn
Li navçeya Ehrezê di encama teqîna mayînekê de zarokekî jiyana xwe ji dest da û 2 zarok birîndar bûn. Pêr li navçeya Ehrezê ya kantona Efrînê sê zarokên ku şivantiya pezî dikirin, bûn qurbaniyên bermahiyên çeteyên DAIŞ`ê. Mayîn bi zarokan de teqiya.
Di encamê de zarokê 12 salî Xeyrî Ehmed jiyana xwe ji dest da û Yûsif Ehmed Elo ê 10 salî ji ling û milê xwe ve û Mihemed Merwan Birîmo ê 13 salî jî ji lin û mile yê rastê ve birîdar bûn. Birîndar rakirin nexweşxaneya Avrîn a Efrînê.
Mihemed Merwan Birîmo têkildarî bûyerê got:” Em çûn ber pezê xwe, paşê em ji xwe re lîstin û li nava erdê mayîn bi me de teqiya û hevalê min mir.”
Li gor bijîşkên nexweşxaneya Avrîn diyar kirin, rewşa herdû zarokên birîndar baş e û ti metirsî li ser jiyana wan tine ye.
Çeteyên DAIŞ`ê dema ku gundên Kantona Şehbayê ya Herêma Efrînê dagir kirin, gelek mayîn di nava erdên çandiniyê de bi cih kirin.
NAVENDA NÛÇEYAN
Nefrata pitikekê li DAIŞ’ê
Zaroka 9 salî Fatma ya ji Reqayê ku rastî zilma DAÎŞ’ê hat, her ku bûyera bi serê wê de hatiye tê bîra wê dibêje “Ez ji DAIŞ’ê nefret dikim. Li gorî nûçeya nûçegîhana Ajansa Nuçeyan a Hawarê (ANHA) Warşîn Salih, zaroka 9 salî Fatma El-Himêd ku li Reqayê ji bo derman ji birayê xwe yê biçûk re bîne, çû bazarê lê rastî DAIŞ`ê hat. DAIŞ’î çawa pora wê ya zer û dirêj ku çongên wê derbas dike, dibînin, wê radiwestînin û jê pirsa tu çima pora xwe venaşêrî û desmalê nadî serê xwe dikin? Fatma li gorî civaka ku tê de mezin bûyî, dibêje: “Hîna temenê min biçûke ku ez desmalê bidim serê xwe.” DAIŞ’î li pey Fatma heya mala wê diçin û li wir nasnameya bavê Fatma ji wî distînin û jê re dibêjin: “Heyanî em pora keça te nebirin, em nasnameya te nadin te.” Piştî vê gefxwarinê bi awayekî hovane pora Fatma jêdikin ku ev yek qet ji bîra wê naçe.
Fatma ya 9 salî dema DAIŞ’ê porê wê jêkir, ew pir tirsiya, desmal da serê xwe û kincên reş li xwe kirin. Niha jî desmalê ji serê xwe nake û dema bûyer tê bîra wê tenê dibêje: “Ez ji DAIŞ’ê nefret dikim.” Ji dagirikeriya DAIŞ’ê ya li ser Reqayê ve Fatma nekariye biçe dibistanê û mîna hemû zarokê Reqayî ji xwendin û nivîsandinê jî bêpar maye.
Ji şervanan hez dike
Piştî QSD`ê Fatma û malbata wê ji DAIŞ`ê rizgar kirin, rûyê wê geş bû û wiha axivî: “Ez ji şervanan hezdikim. DAIŞ`ê ku Reqqayê dagir kirin, qanûn zarokên temenê wan bû 5 salî divê serê xwe binuximîn, li ser jinan ferz dike.”