Şervanên Hêzên Şoreşger hewldana pêşveçûyîna artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li derdora gundê Merenaz ê girêdayî Kantona Şehbayê vala derxistin. Li Kantona Efrînê jî, şer di navbera şervanên YPJ/G û çeteyên artêşa Tirk de rû dide.

Çavkaniyekî taybet ragihand ku, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê hewl dan ber bi gundê Merenazê ve bi pêş ve herin, lê li ser bersivdayîna Hêzên Şoreşger neçar man ku vegerin.

Ji aliyekî din ve jî, çeteyên artêşa Tirk a dagirker gundê Eyn Deqnê, El-Bîloniyê, derdora Herêma Til Rifet û gundê Şêx Îsa yên girêdayî Kantona Şehbayê, topbaran kirin. Hêzên Şoreşger jî bersiva êrîşan dan, lê derbarê kuştî û birîndarên çeteyan tu agahî nehate bidestxistin.

Her wiha artêşa Tirk a dagirker gundê El-Semoqa û gundên derdora Bendava Şehbayê yên Kantona Şehbayê, di saetên derengiya şevê de topbaran, kirin.

Di demeke ku artêşa Tirk û çeteyên gundên Kantona Şehbayê dabûn ber topan, li eniya rojava ya Herêma Cindirêsê ya Kantona Efrînê li ser topbaran çeteyên artêşa Tirk, şer di navbera şervanên YPG/J û çeteyan de derket. Lê belê encamên vî şerî nehatine zelalkirin. 


 ŞEHBA/EFRÎN