Bernamzetiya hevserokên komînan zêde dibe û li herêma Heseke heta niha hezar û 6 kesî xwe ji bo bernamzetiyê pêşniyaz kiriye. miracaet hîna jî didomin.
Hevserokê Komîseriya Bilind a Hilbijartinan Elî El-Selman got, hejmara bernamzetên hevserokatiya komînan zêde dibe û destnîşan kir ku heta niha hejmara bernamzetan gihiştiye hezar û 6 kesan.
Li aliyî din nasnameyên hilbijartinên Federaliya Bakurê Sûriyê li Herêma Efrînê hatin çapkirin û wê li navendên komîseriyê yên li Kantona Şehba û Efrînê werin, belavkirin.
Li gorî Komîseriya Bilind a Hilbijartinan li Kantona Efrînê, 280 hezar nasnameyên hilbijartinan li ser asta Herêma Efrînê hatine çapkirin. Nasnameyên ku hatine çapkirin 200 hezar wê li navendên komîseriyê li Kantona Efrînê û 80 hezar jî li navendên komseriyê Kantona Şehbayê, werin belavkirin.
Sibe wê bi rêya komîteyên navendên Komîseriya Bilind, nasname li gel bên belavkirin.
HESEKÊ/EFRÎN