Navenda Ragîhandin û Çapemeniya YPG’ê derbarê şer û pevçûnên li bajarê Hesekê de bi daxuyaniyekê agahî dan. Daxuyaniya YPG’ê ku li ser malpera fermî hate weşandin, wiha ye: “Êrîşên çeteyên DAIŞ’ê li hember navenda bajara Hasekê dewam dike. Hêzên me pêr li başûrê Hasekê li hember çeteyên DAIŞ’ê operasyonek li dar xistin. Di vê operasyonê de hêzên me noqteke çeteyan a li taxa Xwêran a li başûrê bajêr, kirin hedef. Di encama vê êrîşê de qasî hat zelalkirin 4 endamên çeteyan hatin kuştin. Derbarê pevçûnên li herêma Pira Spî ya başûrê Hesekê ya ku 11´ê Tîrmehê qewimî de me berê agahî parvekiribûn. 2 rêhevalên me yên ku di van pevçûnan de birîndar bûbûn, rexmê hemû hewldanan jî nehatin rizgarkirin û gihiştin şehadete.ˮ
ANHA/HESEKÊ